Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Li dadgeha 34 û 35ê ya Cezayê Giran a li Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê dadgehkirinên akademisyenên aştîxwaz berdewam kirin.
Li 35emîn Dadgeha Cezayê Giran ji Zanîngeha Kadîr Hasê Dr. Ceren Lord û Dr. Çîgdem Bozdag, li 34emîn Dadgeha Cezayê Giran jî ji Zanîngeha Stenbolê Prof. Dr. Pinar Saîp, Prof. Dr. Raşît Tukel, Alîkara Doçent Doktorê Ozgun Akdûran, ji Zanîngeha Galatasarayê Alîkarê Doçent Doktor Cem Ozatalay û erkdarê lêkolînê F.G.K cara duyem derketin pêşberî dadgehê.
Li Dadgeha 35ê dosye gihandin hev
Lord ji ber ku li derveyî Tirkiyeyê bûye nekarîbû beşdarî dadgehkirinê bibe. Biryar hat standin ku îfadeya wî li ciyê ku lê ye bê standin û doz ji bo 4ê Kanûna Pêşiyê were taloqkirin. Bozdagê paraznameya xwe pêşkêş kir. Heyeta Dadgehê biryar girt ku dosyaya Bozdagê û ya akademisyenên din ên li heman dadgehê tên dadgehkirin bigihên hev.
Li Dadgeha 34ê ceza hat xwestin
Saîp ji ber pirsgirêka xwe ya tenduristiyê beşdarî danişînê nebû. Tukel, Akduran, Ozatalay û F.G.K. li dadgehê bûn û paraznameyên xwe pêşkêş kirin. Heyeta dadgehê ew daxwaza parêzeran qebûl nekir uk dixwestin lêpirsîn berfirehtir bibe û dosya bigihên hev.
Dozgerî nêrîna xwe ya derbarê dozê de pêşkêş kir û xwest ku bi tohmeta “propagandaya rêxistinê kirine” di çarçoveya Xala 7/2yê ya Yasaya Dijterorê de akademisyen bên cezakirin.
Dadgehê ji bo îfadeya xwe li hemberî vê daxwaza dozgerî bidin doza çar kesan ji bo 22yê Kanûna Paşiyê ya 2019ê, ya F.G.K jî ji bo 24ê Kanûna Paşiyê ya 2019ê taloq kir.
Çi bûbû?
10ê Kanûna Paşiyê ya 2016ê daxuyaniyeka bi navê “em ê nebin şirîkên vî sûcî” hatibû belavkirin. 1128 akademîsyenên ji Însiyatîfa Akademîsyenên Aştîxwaz ew daxuyanî îmze kiribû.
Dozgerê bi navê Îsmet Bozkurt bi xala 7/2yê ya Qanûna Dij-Terorê(TMK) bi sûcê “propagandaya rêxistinê” doz li akademîsyenan vekir.
Ji 5ê Kanûna Pêşiyê ya 2017ê heta 30ê Gulana 2018ê 241 akademîsyen hatine dadkirin. Dadgehan ji bo her yek ji 14 akademîsyenan salek û sê meh cezayê girtinê dane.
Bixwîne - Dozên Akademisyenên Aştîxwaz hatin taloqkirin
Ji bilî Prof. Dr. Zübeyde Füsun Üstel û Prof. Dr. Büşra Ersanlıyê ji bo wan akademîsyenên dî hikim nehatiye dayin. Dadgehê diyar kiriye “ji ber ku wan daxwaza paşdedana hikmî nekiriye” û “ji ber ku li dadgehê qinaeta nîşan bide ew bêsûc in çênebûye” ji bo wan hikim hatiye dayin.
Alk.Doç. Dr. Esra Mungan, Alk.Doç. Dr. Muzaffer Kaya û Doç. Dr. Kıvanç Ersoy (15ê Adara 2016ê) û Alk.Doç. Dr. Meral Camcı (31ê adara 2016ê) bi xala 7/2yê ya Qanûna Dij-Terorê(TMK) bi sûcê “propagandaya rêxistinê” hatin girtin. Di 22yê Nîsana 2016ê serbest bûbûn. (TP/FD)