Doza yekem a aktîvîsta LGBTİ+yan Duruyê di 24ê Îlonê de ye
Dîroka doza yekem a aktîvîsta LGBTİ+yan Duru Yilmaz a ku beriya Lûtkeya NATOyê li Enqereyê hatibû girtin, diyar bû.
"Li gorî nûçeya Unikuirê, Yilmaz wê di 24ê Îlonê de cara yekem derkeve pêşberî dadwer.
Pêş lûtkeya NATOyê rojnameger, parêzer, akademisyen û aktîvîst jî di nav de gelek kes hatin desteserkirin
Beriya Lûtkeya NATOyê di 23yê Hezîranê de di operasyona li Enqereyê de gelek rojnamevan, akademîsyen, parêzer, sendikavan, xwendekar, aktîvîstên ekolojiyê û parêzvanên mafên LGBTİ+yan hatibûn destserkirin û girtin. Yilmaz jî di nav wan de bû.
Di jêpirsînê de seyrana 1ê Gulanê hat pirsîn
Hat diyar kirin ku di jêpirsîna parêzvana mafên LGBTİ+yan Duru Yilmazê de ji çalakiya têkildarî Lûtkeya NATOyê zêdetir, beşdariya wê ya seyrana di çarçoveya 1ê Gulanê de hatibû organîzekirin, pirsîne.
Operasyonên Lûtkeya NATOyê: Yildiz Tar, Emel Memiş û xwebexşên TEMAyê serbest bûn
Di çarçoveya heman operasyonê de Derhênerê Weşana Giştî yê Kaos GLyê Yildiz Tar jî hat desteserkirin û piştre hat girtin. Di dema îfadeyê de têkildarî NATOyê tişt ji Tarê nepirsîbûn lêbelê parvekirina wê ya hevpeyvîneke ku polîtîkayên "Sala Malbatê" yên desthilatdariyê rexne dike, jê pirsîn.
Lûtkeya NATOyê di 7-8ê Tîrmehê de li Enqereyê hat lidarxistin. Beriya lûtkeyê li Enqereyê civîn û meşên xwepêşandanê hatin qedexekirin. Di operasyonên ku di 23ê Hezîranê de dest pê kirin de ji bo 241 kesan ku biryara desteserkirinê hatibû dayîn û ji wan 225 kes hatin desteserkirin û 178 kes jî hatin girtin.