Li bajaroka Vartînîsê ya serbi navçeya Têlî ya Mûşê di 3ê Çiriya Pêşiya 1993an de leşkeran avêtibû ser malan û agir berdabû malan. Ji heman malbatê 9 kes di malekî de hatin şewitandin û kuştin. Têkildarî bûyerê doz hatibû vekirin. Danişîna 13emîn a Doza Vartînîsê li 1emîn Dadgeha Cezayê Giran a Kirikkaleyê pêk hatiye.
Malbat, parêzer û li ser navê Navenda Bîrê Ozan Devrîm Yayê ku Akademîsyenê Aştiyê ye doz şopandine.
Parêzerê dozê Fuat Ozgul ji Dadgeha Mûşê bi rêya SEGBÎSê beşdarî danişînê bûye û destnîşan kiriye ku doz dê di meha Çiriya Pêşiyê de demboriya wê tije bibe û sûcên ku bersûc Bulent Karaoglû li herêmê kiriye bi bîr xistiye û xwestiye lêgerînek bi bandortir bê kirin.
Piştî gotinên parêzer, şandeya dadgehê bi sedema ku bersûcê dozê yê firar Bulent Karaoglû nayê girtin danişîn taloqî 2ê Gulanê kiriye.
Çi bûbû?
Serdozgeriya Komarî ya Dadgeha Bilind gotibû ku lêpirsîn û peyketineke bibandor nehatiye kirin û divê dadgehkirin jinû ve bibe.
Mehmet Nasir Ogutê 14 salî, Eşref Oran, Sevda Ogut, Sevim Ogut, Mehmet Şakir Ogut, Mehmet Şirin Ogut, Aycan Ogut, Cihan Ogut û Cinal Ogut di 2yê Çiriya Pêşiyê ya 1993yê de li gundê Wartinîsê yê navçeya Têliya Mûşê agir bera mala wan dan û ew kuştin.
Doz derbarê qetlîamê de hatibû vekirin û di 1ê Gulana 2016an de li Dadgeha Cezayê Giran a Kirikkaleyê hemû bersûcan ji ber “kêmbûna delîlan” beraet kiribû.
Daîreya Cezayan a 1em a Dadgeha Bilind ji bilî ya derbarê Bulent Karaoglû, Fermandarê Cendermeyan ê Navçeyê biryara beraetkirina bersûcên din qebûl kiriye. Biryara beraeta derbarê Karagolûyî de qebûl nekiriye. (AY)