Fotograf: Ajansa Mezopotamyayê
Danişîna 2em ya doza Sefer Bîleçen, keşeyê Dêra Mor Yakûp pêk hatiye. Dadgehê doza Bîleçenî taloq kiriye.
Sefer(Aho) Bîleçen, rahîbê Dêra Mor Yakûp a li Nisêbînê di 10ê Kanûna Paşiyê li Nisêbînê, navçeya Mêrdînê hatibû girtin. Bîleçenî di 14ê heman mehê de serbest mabû.
Li gor nûçeya Ajansa Mezopotamyayê danişîna 2em a doza Bîleçenî ku bi îdaya “endamê rêxistinêye” tê dadgehkirin li 4em Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê pêk hatiye. Bîleçenî, parêzerê wî û komek welatiyên sûryanî beşdarî danişînê bûne. Serokê dadgehê destûr nedaye rojnamevan danişînê bişopînin.
Bîleçenî di parastina xwe de diyar kiriye, ku çi têkiliya wî bi rêxistinekê re nîne û wî li gorî baweriya xwe xwarin daye wan kesên hatine gel wî. Her weha Bîleçenî daxwaza beratkirina xwe ji dadgehê xwestiye.
Parêzerê Bîleçenî jî gotiye ew angaştan qebûl nakin û xwestiye miwekîlê wî were beratkirin.
Dadgehê doza Bîleçenî taloqî 3yê Çiriya Paşiyê kiriye.(AY/FD)