Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Yekemîn danişîna doza Seroka Konseya Navendî ya Yekîtiya Doktorên Tirkan (TTB) Prof. Dr. Şebnem Korûr-Fîncanciyê li 24emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê dest pê kir.
Beriya danişîn dest pê bike polîsan li qata duyemîn a 24emîn Dadgeha Cezayê Giran tedbîrên zêde girtine.
Li gelek bajaran doktor û serokên odeyên doktoran ji bo danişînê bişopîne hatine lê destûr nedan beşdarî danişînê bibin.
Dadgehê dereng dest pê kir.
Dema Korur-Fîncancî derbasî salonê bû li salona dadgehê çepik hatin lêxistin.
Piştre danişîn bi tesbîtkirina nasnameyan dest pê kir.
Tenê 3 parêzer dikare beşdarî danişînê bibe
Piştî tespîta nasnameyan parêzera Korur-Fîncancîyê Merîç Eyûboglûyê daxwaza çûna salonekî mezintir kir.
Serokê dadgehê ji ber ku bersûcek heye û danişîn bi 3 parêzeran hatiye sînordarkirin daxwaza çûna salona mezin qebûl nekir.
Piştre Serokê Baroya Îzmîrê yê berê Ozkan Yucel jî diyar kir ku biryara redkirina heyeta dadgehê ne li gorî hiqûqê ye û nikare sînoran ji parêzeran re deynin.
Parêzerên li salonê ne hatin tomarkirin.
Ji ber ku cendirme di dema parastina Korur-Fîncanciyê de ketine pêşiya parêzeran, parêzer Merîç Eyupoglûyê îtriza kir û destnîşan kir ku cendirme ketiye navbera miwekîl û parastinê.
Li ser îtîraza heyeta dadgehê parêzerên li salonê ne bertek nîşan dan.
Parêzeran diyar kirin ku di heyeta dadgehê de pirsgirêka şêwaze heye û beriya ku ev yek çareser nebe dê nikaribin li ser esasê bimeşin.
Piştî ku Serokê Dadgehê ji Şebnem Korur Fincanciyê re bi gotine “tu” xîtab kir, dîsa alozî derket.
Bêyî parêzerên min agahdar bike zanyarî dane çapemeniyê
Piştre Korur-Fincanciyê gotinên xwe got.
Korur-Fîncancî weha got, "Li gorî ku hûn bi gotina “tu” xîtabî min dike, derbarê min de we biryara xwe daye. Ez ji Enqereyê bi wesayîta rîngê û kelepçeyê anîm Stenbolê. Ev yek li dijî mafên mirovan e.
"Xebata ferasetê ya ku di serdegirtina malê de hat kirin, di destpêka pêşnûmaya bêsûciyê de hat binpêkirin. Dema biryara girtinê hat dayîn, beriya ku parêzerên min bên agahdarkirin, agahî ji çapemeniyê re hat dayîn."
Daxwaza MSByê nehat qebûlkirin
Piştî parastinê Serokê Dadgehê diyar kir ku rapora lêkolîna daneyên dîjîtal û hesabên medyaya civakî li dosyayê hat zêdekirin. Daxwaza parêzeran a ku li ser navê Wezareta Parastina Neteweyî tevlî bibe bi hinceta "Ji sûcê tu kesî zirar nedîtiye" nehat qebûlkirin.
Piştre parêzer Gulan Çagin Kaleliyê parastin kir:
"Dozger û dadgeha ku daxwaza girtinê dike, nikarîbûn ji me re vebêjin ka kîjan gotinên muwekîlê me di çarçoveya TMK 7/2 de ye. Di 19ê Çiriya Pêşiyê de, beşdarî Medya Haberê bûye û 7 deqîqe axaviye. Piştî rojekê Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu heqaret li muwekîlê me kir û wek 'dijminê welêt' hat pênasekirin.”
"Piştî rojekê Devlet Bahçelî got, 'Divê bê zîndanîkirin û TTB bê girtin'. Hema piştî rojê Serokkomar û daraz derbarê TTBê de ket nava liv û tevgerê. Hemû siyasetmedaran gotinên nefretê kirin. Di 25ê Çiriya Pêşiyê de Bahçelî heqaretên giran kir û xwest ji hemwelatîbûna Tirkiyeyê bê derxistin.”
“Piştî axavtina Bahçelî di 26ê Çiriya Pêşiyê de mîwekîla me hat desteserkirin.”
“Dozger ji axavtina 7 deqîqeyî tenê 5 peyv hilbijartiye. Ji ber vê yekê ne pêkane ku mirov bêje dozger bêalî ye.”
Piştî Kaleliyê parêzer Merîç Eyûpoglûyê dest bi parastinê kir.
“Miwekîla me bi çi tê tawanbarkirin, em fêm nakin”
Eyûboglûyê wiha got:
"Ez nizanim we çiqas li axaftinên muwekîlê min temaşe kir, lê muwekîlê min dibêje ku di dîmenan de xuya ye ku nîşaneya gaza jehrîn heye, ji bo ev yek were fêmkirin divê heyetên serbixwe li cihê bûyerê û ger hebe li ser bedenên miriyan lêkolînek bikin, behsa lêkolîna li cihê bûyerê dike. Dema rewş ev e, em nizanin miwekîla me bi çi tê tawanbarkirin.”
“Dibe ku gotinên miwekîla me bi dilê siyasetmedaran nebin û bi dilê we nebe lê kesa ku di warê xwe de pispor e vê yekê dibêje.”
“Muwekîlê min wek pisporekî di qada xwe de axivî. Ev azadiya akademîk, bi wateya berfireh azadiya zanistî ye. Di Dadgeha Destûra Bingehîn û DMMEyê de biryarên bi vî rengî hene. Di warê azadiya akademîk de jî yekemîn biryara binpêkirinê ya DMMEyê ye, li ser Tirkiyeyê ye.”
Muwekîla me di bin parastina mafê azadiya akademîk û zanistî de ye.”
Eyûboglu axaftina Wezîrê Parastina Netewî ya li Meclisê bi bîr xist û wiha got: "Hulusi Akar dibêje ku li ser çekên kîmyewî lêkolîn hene. Ev yek ji aliyê heyetek serbixwe ve nayê kirin, lê ji xwe muwekîla me jî ev got. Wê demê muwekîlê me bi çi tê tawanbar kirin"
Dozger xwest Korûr-Fîncanci were cezakirin
Serokê Dadgehê ji dozger nerîna wî xwest. Dozger nêrîna xwe ya di îddianameyê de dûbare kir.
Dozger xwest Korûr-Fîncanci di sûcê propagandaya rêxistinê de bi cezayê herî zêde were cezakirin.
Saetek navber hat dayîn
piştî navberê Dadgehê biryara girtîmayîna Korûr-Fîncanciyê da û danişîn taloqî 29ê Kanûna Pêşiyê kir.
Bixwîne - Şebnem Korûr Fîncanci hatiye girtin
Bixwîne- Şebnem Korûr-Fîncanci desteser kirine
Bixwîne- Şebnem Korûr-Fîncanci: Gelek caran min nîşan daye ku ez bêdeng nabim
Çi bûbû?
Prof. Dr. Şebnem Korûr-Fîncaniya ku pispora tiba edlî ye, di Medya Haberê de axivîbû. Korûr-Fîncanciyê derbarê wan îdiayên ku dibêjin TSKyê di dema operasyonên leşkerî de çekên kîmyewî bikar aniye de, gotibû, wê dîmen temaşe kirine:
“Diyare ku yek ji gazên kîmyewî yên toksîk ên rasterast bandorê li ser sîstema siniran dike hatiye bikaranîn. Her çend bikaranîna wan qedexe be jî, em dibînin ku di dema pevçûnan de tê bikaranîn.”
Korûr-Fîncanciyê diyar kiribû ku li gorî peymanên navnetewî, divê heyetên serbixwe li herêmê lêkolînan bikin û divê li gorî rêgezên Protokola Mînesotayê tevgerin.
Piştî van daxuyaniyan, rojnameya Yenî Şafakê nûçeyek weşand û got: “Gotinên bi îxanetkirinê tijî ji Seroka TTB, Şebnem Korûr Fîncanciyê: Di kanala PKKyê de derew li TSKyê kir.”
Rojnameya Sabahê jî bi heman rengî nûçeyek weşand û got: “Fermandarên teqawidbûyî li dijî derewa ‘çeka kimyewî’ gelekî bihêrs bûn: Bila Şebnam Korûr Fîncanci li ber hiqûqê hesab bide!”
Paşê jî Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û Wezîrê Berevaniyê Hûlûsî Akarî derbarê îdiayên bikaranîna çekên kîmyewî de daxuyanî dan û gotin ku ew nûçe ne rast in.
Serdozgeriya Komarî ya Enqereyê derbarê Prof. Dr. Şebnem Korûr Fîncanciyê de lêpirsînek da destpêkirin.
(RT/AO/AY)