Doza Rojnameya Cumhuriyetê li Silivriyê berdewam dike
![Doza Rojnameya Cumhuriyetê li Silivriyê berdewam dike](https://static.bianet.org/system/uploads/1/articles/spot_image/000/189/702/original/cumhuriyet.jpg)
Ji bo nûçeya Tirkî / Îngilîzî bitikîne
Daneşîna duyem a doza Rojnameya Cumhuriyetê îro li Silivriyê berdewam dike.
Piştî ku dosyeya Emre Îperî xebatkarê beşa muhasebeyê yê Cumhuriyetê ya li 27emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê dihat dîtin, û dosyeya esasî ya rojnameyê kirin yek, hejmara bersûcan gihişt 20an.
Di dozê de 18 xebatkar û rêveberên Rojnameyê, Îlhan Tanir xebatkarê berê yê serbest ê Cumhuriyetê û Ahmet Kemal Aydogdû bikarhanêrê Twitterê tên dadgehkirin.
6 bersûcên girtî hene
Berpirsê weşana Rojnameya Cumhuriyetê yê Murat Sabûncû, Serokê Lijneya Bicihanînê yê Rojnameya Cumhuriyetê û parêzer Akin Atalay, nivîskarê rojnameyê Kadrî Gursel, nûçegîhanê rojnameyê Ahmet Şik, xebatkarê beşa muhasebeyê yê rojnameya Cumhuriyetê Emre Îper û bikarhênerê Twitterê Ahmet Kemal Aydogdû girtî tên dadgehkirin.
12 bersûcên serbest
Li gel nûnerê xwendikaran ê rojnameya Cumhuriyetê Guray Oz, Karîkaturîst Mûsa Kart, parêzer û endamê Lijneya Birêveber ê Weqfa Cumhuriyetê Bulent Ûtkû, nivîskarê rojnameya Cumhuriyetê Hakan Kara, endamê Lijneya Birêveber ê Weqfa Cumhuriyetê Onder Çelîk, endamê Lijneya Birêveber ê Weqfa Cumhuriyetê û parêzer Mûstafa Kemal Gungor û Berpirsê Weşana Giştî yê Pêveka Pirtûka Rojnameya Cumhuriyetê Tûrhan Gunay ku di daneşîna pêşiyê de serbest mabûn, nivîskar û bepirsê weşanê yê berê yê Rojnameya Cumhuriyetê Aydin Engin, nivîskarê rojnameya Cumhuriyetê Hîkmet Çetînkaya, midûrê berê yê muhasebeyê Bulent Yener, midûrê muhasebeyê Gunselî Ozaltay, Serokê Lijneya Birêveber ê Weqfa Cumhuriyetê Orhan Erînç jî weke bersûcên serbest tên dadgehkirin.
Derbarê nivîskar û berpirsê weşanê yê giştî yê berê yê Rojnameya Cumhuriyetê û xebatkarê berê yê Cumhuriyetê Îlhan Tanirî de biryara zevtkirinê heye ku di dosyayê de cî digirin.
Piştî daneşîna pêşiyê ya ku 5 rojan domand, biryar hat standin ku daneşîn li Silivriyê berdewam bike. Daneşîna îro ji hêla gelek rojnameger, rêxistinên azadiya çapemenî û xweîfadekirinê tê şopandin.
Di daneşîna îro de wê beşek ji şahidan û Emre Îperî cara pêşiyê îfadeyên xwe bidin.
Şahidên ku wê îfadeyên xwe bidin ev in:
Mustafa Balbay, İnan Kıraç, Alev Coşkun, Mustafa Pamukoğlu, Nevzat Tüfekçioğlu, Şükran Soner, Nail inal, Mehmet Faraç, Rıza Zelyurt, İbrahim Yıldız, Leyla Tavşanoğlu, Miyase İlknur, ve Aykut Küçükkaya. (EA/FD)
Foto: Huseyin Aldemir
Ahmet Şik û Murat Sabuncu beşdarî Nobeta Edaletê bûn
![Ahmet Şik û Murat Sabuncu beşdarî Nobeta Edaletê bûn](https://static.bianet.org/system/uploads/1/articles/spot_image/000/195/178/original/510.jpg)
DOZA ROJNAMEYA CÛMHÛRIYETÊ
Dadgehê biryara tehliyeyê ji bo Ahmet Şik û Mûrat Sabûncûyî da
Rojnameger Ertûgrûl Mavîoglûyî beraet kir
![Rojnameger Ertûgrûl Mavîoglûyî beraet kir](https://static.bianet.org/system/uploads/1/articles/spot_image/000/194/352/original/mavioglu.jpg)
Nûçeya “Erdoganî daxwaza sansûrê kir” jî hat sansûrkirin
![Nûçeya “Erdoganî daxwaza sansûrê kir” jî hat sansûrkirin](https://static.bianet.org/system/uploads/1/articles/spot_image/000/193/212/original/510.jpg)
5emîn CIVÎNA DADGEHKIRINA ROJNAMEYA CÛMHÛRIYETÊ
Biryar hat standin ku rojnameger girtî bimînin
![Biryar hat standin ku rojnameger girtî bimînin](https://static.bianet.org/system/uploads/1/articles/spot_image/000/192/727/original/pek1.jpg)