Doza radestkirina damezrênerê WikiLeaksê Julian Assange ya li Dadgeha Bilind a Brîtanyayê bidawî bû. Doz ji bo Assange ji Brîtanyayê bişînin DYAyê hatiye vekirin û dadgehkirin roja Sêşemê dest pê kiribû.
Dadger Victoria Sharpê piştî danişînan daxuyaniyek da û diyar kir ku Dadgeha Bilind wê di demeke pêş de biryara radestkirina Assange ji bo DYAyê bide û ger agahiyek zêde hewce bike wê bi aliyên têkildar re têkiliyê deynin.
Piştî danişînan, alîgirên Assange li ber avahiya dadgehê bûn, ber bi Ofîsa Serokwezîriyê ve Ingilîstanê ve meşiyan.
Xwepêşandêr li dijî radestkirina Assange ya ji bo DYAyê derketin û li ber avahiya Serokwezîrtiyê kom bûn. Wan dirûşmeyên “Ji Assange re azadî” qîriyan. Xwepêşandêran daxwaza berdana Assange kirin.
Hevjîna Julian Assange Stella Assange li ber avahiya Serokwezîrtiyê axivî û got, “Eger bê radestkirin wê jiyana xwe ji dest bide. Wê bê kuştin. Welatê ku plana sûîqestê lê dike wê wî bikuje.”
Assange beşdarî danişînan nebû
Stella Assange û parêzerên wî diyar kirin ku Assange duh û îro beşdarî danişînan nebûye û ji ber nexweşiya xwe dnaişîn ji dûr ve jî neşopandine.
Parêzerên Assange îdia dikin ku doza radestkirina wî siyasî ye û Assange ji ber eşkerekirina sûcên dewletê bûye hedef.
Wekî din, parêzerên wî diyar dikin ku eger ew radestî DYAyê were kirin, dibe heta 175 salan cezayê girtîgehê werbigire. Lê aliyê DYAyê îdîa dike ku dibe cezayê girtîgehê ji 4 salan heta 6 salan be.
Parêzerên aliyên DYA amaje kirin ku dadgehkirina Assange “Li ser bingeha serweriya qanûnê û delîlan e.”
(HA/FD)