Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Li hemberî her du derhênerên belgefilmê Bakur Ertûgrûl Mavîoglû û Çayan Demîrelî bi tawana “propagandeya rêxistinê” doz hat vekirin.
Dozger Omer Îlhanî îdianame amade kiriye û di îdianameyê de xwestiye ku rojnameger û sînameger Mavîoglû û ji bo derhêner Demîrelî li gorî Xala 7/2yê ya Yasaya Têkoşîna li Dijî Terorê (TMK) werin cezakirin.
Îdîaname ji hêla 2yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Êlihê ve hatiye qebûlkirin û civîna pêşiyê wê 18yê Kanûna Paşiyê ya 2018yê bi rê ve biçe.
Dozger Îlhanî piştî nîşandana film bi du sal û nîvan îdianame amade kiriye û di îdianameyê de nivîsiye ku “di dîmenên ku ji fragmana film hatine standin de endamên PKKyê yên çekdar tên dîtin.”
Mavîoglû: Ne ya terorê lê propagandeya aştiyê ye
Ji ber ku biryar hatiye girtin îfadeya derhêneran li ciyên ku lê ne bê standin, Çayan Demîrel wê 28ê Kanûna Pêşiyê ya 2017yê li Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê îfadeya xwe bide. Heman rojê wê sînemeger saet 09.30ê siê li ber edliyeyê daxuyaniyê bidin çapemeniyê.
Rojnameger Mavîoglûyî derbarê mijarê de daxuyaniyek belav kir û got; “Li Tirkiyeyê piştî derbarê rojnameger, nivîskar, akademisyen û parêzeran de dozên ‘terorê’ hatin vekirin niha jî kesên bi belgefilman re eleqedar dibin bûne hedef ku ev tiştekî balkêş e.”
Dîmenên Bakurê sala 2003yê di pêvajoya paşvekişandina PKKyê de hatin kişandin. Film di 5ê Gulana 2015yê de dema pêvajoya çareseriyê berdewam dikir, li Êlihê hat nîşandan ku dozgeriyê ev nîşandan kiriye mijara dozê.
Mavîoglû got; “Heke ku dixwazin ji belgefilma ku me çêkiriye tiştekî derbarê propagandayê derbixin, ez gelekî vekirî dibêjim ku ne ya terorê lê propagandeya aştiyê derdikeve.” (AS/FD)