Fotograf: Ajansa Mezopotamyayê
Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
10em danişîna doza Medenî Yildirimî li 7em Dadgeha Cezayê Giran a Amedê îro pêk hatiye. Dadgehê biryara xwe aşkere kiriye.
Di doza ku ji nû ve pêk hatiye de Adem Çîftçiyê ku bi sûcê “kuştina bi qestî” dadgeh dibe, duyemîn care beraet kiriye.
Di 28ê Hezîrana 2013an de li dijî avakirina qaleqoleke li navçeya Licê çalakiyekî şermezarkirinê hatibû lidarxistin. Di vê çalakiyê de leşkeran gule li çalakgeran reşandibû û Medenî Yildirim (19) hatibû kuştin. Ji ber kuştina Yildirimî, bi sûcdariya "kuştina bi qestî" doz li leşker Adem Çîftçiyî hatibû vekirin.
Danişîna dozê li 7êmîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê pêk hatiye û parêzerên malbata Yildirimî li danişînê amede bûne.
Ji ber ku rizgarbûyî tê hesibandin leşker Çîftçî tevlî danişînê nebûye lê parêzerê wî Kasim Kûtboga bi SEGBÎSê tevlî danişînê bûye.
Malbata Yildirimî bertek nîşanî biryara beraetê ya dadgehê daye.
(AS/AY)