Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Ertûgrûl Mavîoglû û Çayan Demîrel bi tohmeta ku bi belgefilma Bakur “propagandaya rêxistinê” kirine, îro li 2yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Êlihê hatin dadgehkirin.
Mavîoglû û Demîrelî tohmet qebûl nekirine. Dadgehkirin wê 23yê Çiriya Pêşiyê ya 2018ê saet 14.00ê berdewam bike.
Çi bûbû?
Belgefilmê “Bakur” bi derheneriya rojnameger Ertûgrûl Mavîoglû û derhêner Çayan Demîrelî hatibû kişandin ku produktoriya wê Ayşe Çetînbaşê kiribû. Belgefilm 92 deqîqe ye û bi navê Belgefilmeke Gerîla: Bakur hatibû nîşandan. Film bi banga Abdulah Ocalan Serokê PKKyê ya ji bo paşvekişîna endamên PKKyê dest pê dike ku ev bang 21ê Adarê ya 2013yê li Newroza Amedê hatibû xwendin. Xebatên belgefilmê du salan domand û sala 2015yê hat nîşandin.
Belgefilm wê li 34emîn Festivala Filman a Stenbolê di kategoriya ji derveyî pêşbirkê de bihata nîşandan.
Lê Weqfa Çand û Hunerê ya Stenbolê (İKSV) nîşandana belgefilmê betal kir. Nivîsa ku Wezareta Çand û Turîzmê 11ê Nîsanê di mijara “belgeya pesendkirinê ya tomarê” de şandibû ji bo Festîvalê, weke hinceta vê biryarê hatibû nîşandan.
Di rojên ku belgefilm ji hêla İKSVyê ve hat sansûrkirin de temaşevan li ber sînemaya Atlasê kom bûbûn û li şûna film gotûbêjek çêbûbû.
Piştî vê civînê sînemager li Salona Civîne ya Cezayirê kom bûbûn û gotûbêj kiribûn.
Doz piştî 2 salan hat vekirin
Piştî ku belgefilm li Êlihê li Salona Sînemayê ya Yilmaz Guneyê ya Şaredariya Êlihê hatibû nîşandan bi du salan, derbarê derhêner Ertûgrûl Mavîoglû û Çayan Demîrelî de bi hinceta ku “propagandeya rêxistinê kirine” doz hatibû vekirin.
Dozger Omer Îlhanî îdianame amade kiriye û di îdianameyê de xwestiye ku rojnameger û sînameger Mavîoglû û derhêner Demîrelî li gorî Xala 7/2yê ya Yasaya Têkoşîna li Dijî Terorê (TMK) werin cezakirin.
Îdîaname ji hêla 2yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Êlihê ve hatiye qebûlkirin û civîna pêşiyê wê 18yê Kanûna Paşiyê ya 2018yê bi rê ve biçe. (EKN/FD)