Danişîna li 17emîn Dadgeha Cezayê Giran a Bakirkoyê pêk hat. Malbata Tosun û parêzerên wan Hakan Bozyurt û Cemal Yucel beşdarî danişînê bûn.
Bersûc Abdurrahman Murat û Adnan Şahin ji girtîgehên ku lê girtî ne bi riya Sîstema Deng û Dîmenî (SEGBÎS) tevlî danişînê bûn.

Doza kuştina rojnameger Hakan Tosun: Ji bo du bersûcan cezayê muebetê tê xwestin
Rojnameger û welatiyên ku dixwestin danişînê bişopînin negirtin salonê. Gelek kesan li ber deriyê adliyeyê danişîn şopandin.
“Kese sêyemîn çima li derve ye?”
Parêzerê Hakan Tosun Cemal Yucel di danîşînê de axivî û got: “Em daxwazên xwe dubare dikin. Em daxwaz dikin ku bi sûcê kuştina bi zanebûn werin cezakirin.”
Yek ji parêzerên malbata Tosun Hakan Bozyurt jî bal kişand ser ku di bûyerê de çalakiyeke organîzekirî heye û diyar kir ku kesê sêyemîn ê bi motosîkletê Yusuf Ozakdag jî divê wekî bersûk bê darizandin.
Di danîşîna ku îro saet di 10.30an de dest pê kir de dayika Hakan Tosun Fatma Tosun pirsî: “Kesê sêyemîn çima li derve ye?”

Êrîşî rojnameger Hakan Tosun kirin: Du kes hatin girtin
“Hakan bi ti awayî ranabe ser piyan”
Parêzerê Tosun, Hakan Bozyurt jî amaje bi dîmenên ku di hemû danişînan de pêşkêşî heyeta dadgehê kirine, kir û got:
“Tişta bingehîn ew e ku ji destpêka danîşînê ve me dîmenên li ser çêbûna bûyera kuştinê ya li Esenyurtê bi awayekî zelal nîşan dan. Hakan li cihekî rûniştiye û li cihê xwe ranabe û bertek nîşan nade. Min gelek caran temaşe kir. Hakan bi ti awayî ranabe ser piyan, tew destê xwe jî ranake. Tê dîtin ku bersûc bi awayekî tund bi pehînan li serê Hakan dixe. Her wiha tê dîtin ku bi porê wî digirin û lê didin.”
Bozyurt diyar kir ku şahid dibêjin “li Hakan nedane” lêbelê dîmenên kamerayan wisa nabejê. Gotinên şahidan rastiyê nîşan nadin.
“Gotinên şahidan û dîmenên kamerayan berovajî hev in”
Parêzer Bozyurt amaje bi Yusuf Ozakdag kir ku di kamerayan de bi motosîkleta xwe tê dîtin û weha got:
“Adnan Şahin ji erebeya xwe dertê û li Hakan dixe. Şahin û Murat bi erebeyê diçin. Di wê demê de Yusuf Ozakdag li ser motora xwe Hakan temaşe dike. Dîmenên kamerayan nîşan didin ku ew temaşe dike. Wesaîtê radiwestîne. Şahin jî piştre tê û lê dixe. Me di parastina xwe de ev tişt gelek caran nîşan dan. Me got ku ti pêwendiya dîmenên metrobusê bi bûyerê re nîne. Dozger jî got ku ti pêwendiya wê bûyerê û vê bûyerê bi hev re nîne. Di dîmenan de jî nîne. Em dizanin ku ev pêvajo çawa meşiya ye. Em ji daxuyaniya emniyetê hîn bû ku di vê dosyayê de ji xeynî reşkirina delîlan lêpirsîneke din hatî meşandin. Dîmenên kamerayan hatine girtin. Ji bo îro heke ev tomar hebûna me yê rastî bêtir bi cih bianiya. Em dibînin ku beyanên şahidan û dîmenên kamerayan berovajî hev in. Tevî vê yekê jî beyanên li dijî rastiyê hene. gotinên di rapora tipa edlî de li gorî lêdana Hakan û mirina wî diguncin. Hakan bi ti awayî bertek nîşan nedaye.”
Bersûcan xwestin werin tehliye kirin
Abdurrahman Murat û Adnan Şahin îfadeyên xwe yên berê dubare kirin û daxwaza tehliyeyê kirin. Parêzerên bersûcan jî daxwaza beratkirina wan kirin.
Heyeta dadgehê biryara xwe aşkere kir û bi tohmeta ku “bi zanebûn kuştine” cezayê muebetê li Abdurrahman Murat û Adnan Şahin birî.
Çi bûbû?
Hakan Tosun, êvara 10ê Cotmeha 2025an li Esenyurtê ji bo biçe mala xwe bi rê ket. Çend xulek beriya bigihîje malê, du caran rastî êrişê hat. Tosun li qiraxa rê bi awayekî li ser hişê xwe çûye hat dîtin û piştre birin nexweşxaneyê.
Lê belê ji ber ku nasnameya wî li ser nebû, qeyda wî ya nexweşxaneyê nehat kirin. Ji ber vê sedemê jî piştî 27 saetan agahî dan malbata wî.
Her weha li nexweşxaneyê xwîn rijiya ser mêjiyê wî û ew birin beşa nexweşiyên giran. Tosun sê rojan li ber xwe da, lê roja Duşema 13ê Cotmehê jiyana xwe ji dest da.
Polîsan di çarçoveya lêpirsînê de du gumanbarên 18 û 24 salî desteser kirin. Piştre ev her du kes bi sûcê “birîndarkirina bi qestî” hatin girtin.
Rojnameger Umut Taştan ê ku çûbû cihê bûyerê û bi niştecihên taxê û esnafan re axivîbû, ji liyê xizmên faîlan ve hatibû tehdîtkirin.
(CA/AY)

