Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Danişîna 30î a doza kuştina Mûsa Anterî û doza esasî ya JITEMê li Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê ya 6an pêk hatiye.
Mehmet Selîm Okçûoglû, parêzerê malbata Anterî li dadgehê gotiye ku li gorî dîroka qetilkirina Mûsa Anterî hindik maye doz li gorî dema yasayî betal bibe.
Okçûoglûyî diyar kiriye ku li gorî zanyariyên li ber destê wan Cemîl Işik hatiye kuştin û ji bo encamek ji dosyayê derkeve, bila ji dosyayên din cida bibe. Okçûoglûyî her weha wiha gotiye: “Li gorî biryara demkî ya dadgehê diviya bû parêznameya Abdûlkadîr Aygan (Azîz Tûran), yek ji bersûcan, bihate diyarkirin lê nehatiye diyarkirin. Ev jî bime dide xuyakirin ku Wezareta Dadê hevkariyê bi dadgehê re nake. Em dixwazin dosya ji dosyayên din were cidakirin û encamê bide.”
Paşê Kaya Yelek, parêzerê Hamît Yildirimê ku yek ji bersûcan e gotiye bila dosya ji yên din neyê cidakirin û biryara tedbîra edlî ya Yildirimî rakin.
Heyeta dadgehê biryara xwe ya demkî aşkere kiriye û gotiye ew ê derbarê îfadewergirtina Abdûlkadîr Ayganî careke din ji Wezareta Dadê re nivîsê binivîsi, biryara zeftkirina bersûc Abdûlkadîr Aygan, Mahmût Yildirim, Mûhsîn Gul, Mehmet Zahîr Karadenîz, Fethî Çetîn dewam bike û biryara lêgerîna bi bultena sor a derbarê bersûc Mahmût Yildirimî de dewam bike.
Her weha daxwaza cidakirina dosyayan û rakirina kontrola edlî ya Hamît Yildirimî jî red kiriye. Dadgehkirin wê 7ê Tîrmehê dewam bike. (HA/FD)