Fotograf: MA
Di doza kuştina parlamenterê Partiya Demokrasiyê (DEP) yê Mêrdînê, Mehmet Sîncarî li Dadgeha 6ê ya Cezayê Giran a Amedê bi danişîna 8ê dewam kiriye.
Hevjîna Mehmet Sîncarî Mehmet Sîncar, birayê wî Alî Sîncar, parêzerên wî Serhat Eren, Mehdî Ozdemîr, Şaneşîn Aydin, Serokê Komeleya Mafên Mirovan (IHD) ya Amedê Abdûllah Zeytûn û parêzerê bersûc Cîhan Yildizî di danişînê de amade bûne.
Her weha Hevserokên Rêxistina Bajarê Amedê yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Zeyyad Ceylan û Gulistan Atasoy û Berdevka HDPyê Ebrû Gunay jî di dema dadgehkirinê de li salonê, di nava temaşevanan de bûn.
Mehmet Sîncar, di 4ê Îlona 1993yê de li Êlihê, di encama êrîşekê de hatibû kuştin.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, bersûc Cîhan Yildiz ji Êlihê, bi rêya Sîstema Deng û Dîmenan (SEGBIS) beşdarî dadgehkirinê bûye.
Di danişînê de Serdozgerê Komarî xwestiye, li benda encama biryara navberê ya dosyaya Hîzbullahê bisekinin ku ev doz li Dadgeha 4ê ya Cezayê Giran a Amedê birêve diçe û zanyariyên derheqê Cîhanî de jî tê de hene.
“Kuştinên nehatine rokînikirin”
Ji parêzerên malbata Sîncarî, Serhat Erenî di danişînê de behsa kuştinên failên wan nediyar ên dîroka Tirkiyê kiriye û gotiye:
“Mehmet Sîncar endamê Meclisê bû lê derheqê qetilkirina wî de tiştek nekiriye. Bêguman Mehmet Sîncar kurd bû lewma tiştek nekirin. Kuştinên failên wan nediyar tune ne. Yên ku nehatine ronîkirin hene. Li erdnîgariya kurdan 20 hezar kuştinên failên wan nediyar hene. Lê belê derbarê van kuştinan de lêpirsîneke baş nehate kirin.
"Çendek dosya ji bo rêzikan hatin kirin ku ew jî bi beraetê encam bûn. Divê ronîkirina van kuştinan bibe polîtîkaya dewletê. Dadgeha we dikare di vê mijarê de gaveke destpêkê biavêje. Ev mekanîzmaya li dijî kurdan hatiye avakirin dê rojekê li hemû kesî vegere.”
“Pêvajo dirêj dibe”
Ji parêzerên malbatê Mehdî Ozdemîrî jî gotiye ku li bendêmayîna biryara navberê wê pêvajoya dadgehkirinê dirêj bike: “Em dixwazin ku ji vê biryara xwe vegerin. Heke di navbera vê dosyayê û ya li Amedê tê dîtin de têkiliyek hebe, em dixwazin dosya bibin yek dosya.”
Di danişînê de ji parêzerên malbatê Abdullah Zeytûn jî daye zanîn ku daxwaza wan a guhdarîkirina Kûtlû Savaşî û şahidên wê demê, nehatiye qebûlkirin û dîsa daxwaz kir ku li wan kesan guhdar bikin. Zeytûn, got ku divê êdî ev bêhiqûqiya 29 salan bi dawî bibe.
“Kujerê Mehmetî kî be bila bê dadgehkirin”
Hevjîna Sîncar, Cîhan Sîncarê jî bi lêv kiriye ku ev demeke pir dirêje li benda edaletê ne û got ku êdî kujerên hevjînê wê kî bin bila werin darizandin. Birayê Sîncar, Alî Sîncarî jî xwestiye ku bersûc were girtin.
Bersûc Cîhan Yildiz di parastina xwe de îdia kiriye ku îtîrafkaran Sîncar kuştiye. Yildizî doza beraeta xwe kiriye.
Hemû daxwaz hatine redkirin
Dadgehê daxwaza girtina bersûc Cîhan Yildizî, guhdarîkirina Kûtlû Savaşî, yekkirina dosyayê ya bi dosyaya li 4em Dadgeha Cezayên Giran a Amedê tê dîtin û li bendêmayîna encama heman dosyayê red kiriye. Dadgehkirin wê 12ê Kanûnê dewam bike.
Piştî danişînê, malbat û parêzerên Mehmet Sîncarî li pêşiya edliyeyê civîneke çapemeniyê li dar xistine. (FD)