Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Fedaî Varanê ku Emîne Bûlût, hevjîna xwe ya kevin kuştiye wê di 9ê Çiriya Pêşiyê de bê dadgehkirin.
Dozgerî xwestiye cezayê miebetê ya girankirî li Varanî bibirin.
Bixwîne - Dozgerîyê li ser bûyera kuştina Emine Bulutê îdianame amade kiriye
Di 18ê Tebaxê de Fedaî Varanî li Kolana Menderesê ya Kirıkkaleyê hevjîna xwe ya kevin birîndar kiribû. Emîne Bûlût biribûn nexweşxaneyê lê digel hemû midaxeleyan miribû. Keça wan a 10 salî jî bûbû şahidê kuştina dêya xwe.
Fedaî Varan piştî êrîşê reviya bû û polîsan ew li navçeya Bahşiliyê girtibû.
Dozgeriyê îdianame ji bo Fedaî Varanî amade kiribû û xwestibû ku cezayê miebetê ya girankirî li wî were birîn. 1em Dadgeha Cezayê Giran a Kirikkaleyê îdianame qebûl kiriye û biryar daye ku dadgehkirin di 9ê Çiriya Pêşiyê de dest pê bike.
Li gorî Qanûna Mihakemeya Cezayan divê baro parêzerekî/ê ji bo bersûcî tayîn bike. Derketiye holê ku parêzerên Baroya Kirikkaleyê nexwestine Varanî biparêzin.
Mêran di sala 2018ê de 255 jin kuştine
Li gor nûçeyên bianetê ji rojnameyên herêmî û neteweyî, ji malper û ajansan berhev kirîn, mêran di sala 2018ê de ya kêm 255 jin û 20 zarok kuştine. Ji 20 zarokan sê hêj bebik bûne.
Herweha mêran 39 mêrên di dema bûyeran de li nik jinan bûn/an jî hewil dane bibin astengê bûyeran kuştine.
Mêran tecawiz li 61 jinan kiriye; tacizli 188 jinan kiriye; îstismara cinsî li 347 zarokên keç kiriye, ya kêm 380 jin birîndar kirine. Mêran bi zorê karê seksê li 516 jinan daye kirin.
Mêran di pênc salên dawiyê de 137 jin kuştine, 2075 jin birîndar kirine.
Ji bilî van bûyerên kuştinê. 10 kesên failên bûyerên kuştinê di vê salê de hatine tespîtkirin. Antalya (1), Amed ( 2), Elezîz (1), Stenbol (1), İzmir (2), Mêrsîn (2), Sinop (1)
Di sala 2018ê de failên deh bûyerên kuştina jinan nehatine tespîtkirin.
Antalya (1), Stenbol (2), İzmir (3), Kilis (1), Kocaeli (1), Konya (1), Mêrdîn (1)
40 termên jinan hatiye dîtin ku guman heye hatibin kuştin. Yek ji wan jinên mirî trans bûye.
Edene (3), Agirî (1), Enqere (2), Antalya (1), Bursa (3), Amed (1), Hatay (2), Stenbol (5), İzmir (5), Karaman (1), Manisa (1), Mêrsîn (2), Muğla (2), Samsun (1), Tekirdağ (4), Rûha (3), Wan (2), Zonguldak (1).
Mêran hewil dane 18 jinan bikujin. Hewreha mêran hewil dane 16 jinan jî birevînin. Dema mêran xwestine hin jinan birevînin zarokên wan jî li nik wan bûne.
Sala 2019ê:
Mêran di meha Hezîranê de 34 jin kuştine
Mêran di meha Gulanê de 27 jin kuştine
Mêran di meha Nîsanê de 31 jin kuştine
Mêran di meha Adarê de 22 jin kuştine
Mêran di Sibatê de 23 jin kuştine
Mêran di Kanûna Paşiyê de 23 jin kuştine
(AO/FD)