Doza ku li Midûra Karên Nivîsê ya berê ya Ozgur Gundemê Reyhan Çapanê hatibû vekirin bêencam ma. Ozgur Gundem bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de hatibû girtin.
Derbarê Çapanê de 18 îdianameyên cûda kiribûn yek û bi tohmeta ku “propagandaya rêxistinê kirî” û “daxûyaniyên rêxistinên terorê çap kirî û weşandiye” doz hatibû vekirin. Doza wê ji ber ku dema dosyeyê ya qanûnî qediya ye betal bûye.
Dozger dozê derbarê Çapan û nivîskarên rojnameyê Bulent Toraman, Cimşît Atîlgan û Nebahat Akman de ku li 2emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê dihatin darizandin nêrîna xwe eşkere kir.
Dozger piştî parastina Çapanê xwest dosya bê betalkirin û diyar kir ku dema 8 saliya asayî ya dosyeyê di 11ê Gulana 2023an de bi dawî bûye.
Dadgehê jî ji bo tevahî bersûcan biryara demboriyê daye û dosye girtî ye. Her weha dadgehê biryara zeftkirinê ya derbarê hersê bersûcan de jî betal kir.
(HA/AY)