Fotograf: MA (Arşîv)
Dadgehkirina "Doza KCKyê ya Çapemeniyê" li 3yem Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê dewam kiriye. Dadgehkirin 8 sal in dewam dike û 45 rojnameger û xebatkarên medyayê tên dadgehkirin.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, rojnamegerên tên darizandin beşdarî danişînê nebûne. Parêzerên wan di danişînê de amade bûne. Ji ber ku şandeya dadgehê hatibû guhertin, zabitnameyên berê ji nû ve hatine xwendin. Dozgerî xwestiye ku kêmasiyên di dosyayê de bên temamkirin.
Mehtap Acar Ûlûs, parêzera Çagdaş Ûlûsî xwestiye ku dosyeya muwekîlê wê Çagdaş Ûlûs bê cudakirin û derbarê wî de biryara beraetê bê dayîn.
Parêzer Ozcan Kiliçî jî, xwestiye biryar bê dayîn ku êdî muwekîla wî Yuksel Genç beşdarî danişînan nebe. Şandeya dadgehê daxwaza parêzerê Çagdaş Ûlûs red kiriye û ya parêzerê Yuksel Genç jî qebûl kiriye.
Dadgehkirin wê 4ê Adara 2021an dewam bike. (FD)