Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li Elmaliya Antalyayê di doza ku du zarokan bi wêneyên ku xêzkirine îstismara li wan hatiye kirin, vegotine de dozger nêrînên xwe aşkere kiriye.
Dozger xwestiye ku dayik, zirbav û xalê zarokan di sûcên "îstîsmara zayendî" û "zilmê" de were cezakirin.
Danişîna dozê wê di 15ê Çiriya Paşiyê de pêk were.
Derbarê bersûcan de ji 11 heta 23 salan cezayê girtîgehê hatiye xwestin. Dozger daxwaza girtina bersûcan kiriye.
Çi bûbû?
Di sala 2020an de pîrika herdu zarokan ya bi navê G.S. bi îdiaya ku îstismar li her du neviyên wê hatiye kirin, serî li dozgeriyê daye. Pîrika zarokan giliyê bûka xwe ya berê Merve A., mêrê wê Rahmî A. û hevalên bûka xwe yên mêr kiribû. Dozgeriya ku lêpirsîn dabû destpêkirin îfadeyên zarokan girtibûn. Zarokan di îfadeyên xwe de îstismara ku li wan hatiye kirin him bi devkî û him jî bi wêneyên ku xêzkirine vegotibû. Ev wêneyana di dosyeya lêpirsînê de bû.
Di 6ê Kanûna 2021an de Dadgeha Cezayê Giran a Elmaliyê di danişîna 3em de biryara tehliyekirina dê û zirbavê zarokan dabû.
(AO/AY)