Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşarî ya li ber Edliyeya Rihayê di roja xwe ya 785an de dewam kiriye.
Li navçeya Pirsûsê ya Rihayê, pasevan û xizmên parlamenterê Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) Îbharîm Halîl Yildizî di 14ê Hezîrana 2018ê de êrîşî malbata Şenyaşarî kiribûn. Di encamê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşarî hatibûn kuştin.
Emîn Şenyaşar a Nobeta xwe ya Edaletê didomîne îro bi îdiaya ku “heqaret li peywirdarê dewletê kiriye” derketiye pêşberî dadwer.
Danişîna li 5emîn Dadgeha Cezê û Aştiyê ya Rihayê hatiye li dar xistin. Ferît Şenyaşarê ku weke parlamenterê Partiya Çep a Kesk hatiye hilbijartin tevlî danişînê bûye.
Emîne Şenyaşarê îdiayên derbarê xwe de qebûl nekiriye. Parêzerên Şenyaşarê jî aniye ziman ku di lepirsîna hatiye vekirin de polîsan wezîfeya xwe xirap bikaranîye.
Dadgehê ji bo ku dozger nirxandina xwe amade bike danişîn taloqî 8ê Hezîranê kiriye.
Bixwîne-Emîne Şenyaşar û Ferît Şenyaşar hatine desteserkirin
Bixwîne-Emîne Şenyaşar hatiye desteserkirin
Bixwîne- Malbata Şenyaşar carekî din banga “bêdeng nemînin” kiriye
Bixwîne- Malbata Şenyaşar: Bila zilm bi dawî bibe
Çi bûbû?
Di 14ê Hezîrana 2018an de di dema xebatên hilbijartinê yê Îbrahîm Halîl Yildiz, parlamenterê Rihayê yê AKPê de êrişa çekdarî pêkhatibû.
Di encama êrişê de Mehmet Şah Yildiz, birayê Îbrahîm Halîl Yildiz, Haci Esvet Şenyaşar û kurên wî Adil û Celal Şenyaşar miribûn.
Fadil Şenyaşarê ku di pevçûnê de bavê wî û herdu birayên wî candabûn û bi xwe jî brîndar bibû, li Nexweşxaneya Lêkolînê û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîl a Amedê hatibû desteserkirin û piştre dadgehê biryara girtina wî dabû. (NT/AY)