Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Yusuf Ziya Gumuşel keça xwe ya bi navê H.K.G. ya şeş salî di sala 2002an de bi mera mela bi darê zorê bi Kadîr I. re dabû zewicandin. Gumuşel damezrînerê Weqfa Hîranûrê ye û weqif serbi Cemaeta Ismaîlaxa ye. 3emîn danişîna dozê li 2emîn Dadgeha Cezayê Giran a Anadolûyê pêk hatiye.
Bersûc Yûsûf Ziya G., Kadîr I.yê girtî û dayika H.K.G.yê bersûc Fatima G. ku bi awayê negirtî tê darizandin beşdarî danişînê bûne. Danişînê di saet 09.30an de destpê kiriye.
Nehiştine bêyî parêzer û rojnamegeran kes beşdarî danişînê bibin.
Danişîn bi guhdarkirina du şahidan hatiye destpêkirin.
Heyeta Dadgehê ji ber ku şahide sêyemîn tevlî danişînê nebûye, danişîn taloqî 5ê Hezîranê kiriye.
Çi bûbû ?
Rojnamegerê BirGün, Rojnameger Tîmur Soykan, di nivîsa xwe ya bi sernavê "Cîhana tarî zarokek daqurtand: Di tariya terîqetê de hê 6 salî ye..." de di 3ê Kanûna Pêşîyê de Yusuf Ziya Gumuşel keça xwe ya bi navê H.K.G. ya şeş salî di sala 2002an de bi mera mela daye zewicandin. Gumuşel damezrînerê Weqfa Hîranûrê ye û weqif serbi Cemaeta Ismaîlaxa ye.
Her weha Soykanî di nivîsa xwe de destnîşan kiriye ku zarok di tevahiya piçûkatiya xwe de îstismara zayendî lê hatiye kirin. Tiştên ku qewimîye bi gilî kirina H.K.G.yê derketine holê.
Parêzerê H.K.G.yê bi daxwaza girtina Kadîr I. û Yûsûf Ziya G. serî li dadgehê dabû.
(RT/AY)