Yusuf Ziya G. keça xwe ya bi navê H.K.G. ya şeş salî di sala 2002an de bi mera mela bi darê zorê bi Kadîr I. re dabû zewicandin. Gumuşel damezrînerê Weqfa Hîranûrê ye û weqif serbi Cemaeta Ismaîlaxa ye. Danişîna dozê li 2emîn Dadgeha Cezayê Giran a Anadolûyê pêk hat.
Di dozê de biryar derneket.
Dadgehê danişîn taloqî 23ê Îlonê kir.
Çi bûbû ?
Rojnamegerê BirGün, Rojnameger Tîmur Soykan, di nivîsa xwe ya bi sernavê "Cîhana tarî zarokek daqurtand: Di tariya terîqetê de hê 6 salî ye..." de di 3ê Kanûna Pêşîyê de Yusuf Ziya Gumuşel keça xwe ya bi navê H.K.G. ya şeş salî di sala 2002an de bi mera mela daye zewicandin. Gumuşel damezrînerê Weqfa Hîranûrê ye û weqif serbi Cemaeta Ismaîlaxa ye.
Her weha Soykanî di nivîsa xwe de destnîşan kiriye ku zarok di tevahiya piçûkatiya xwe de îstismara zayendî lê hatiye kirin. Tiştên ku qewimîye bi gilî kirina H.K.G.yê derketine holê.
Parêzerê H.K.G.yê bi daxwaza girtina Kadîr I. û Yûsûf Ziya G. serî li dadgehê dabû.
(EMK/AY)