Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Dadgehkirina Ergîn Y, zirbavê Z.A, hevalê Gulistan Dokûya ji 5ê Kanûna Paşiyê ya 2020an û vir ve winda ye pêk hatiye. Ergîn Y. zanyariyên derbarê Dokûyê de li ser medyaya civakî weşandibû. Bi sedema, xwestiye nêrînekê di nava civakê de belav bike û bibêje ku Gulistan Dokûyê xwe kuştiye, doz li Ergîn Y. yî hatibû vekirin. Danişîna 4an a dozê duh (14ê Çiriya Pêşiyê) pêk hatiye.
Y. ji polîstiyê hatibû avêtin.
Gulistan Dokû xwendekara Zanîngeha Mûnzirê bû. Di 5ê Kanûna Paşiyê ya 2020an de ji wargeha xwendekaran derketibû û paşê winda bûbû. Malbata wê 650 roj in ku li keça xwe digere.
Bixwîne - Parêzer Çîmen: Lêpirsîna Gulistan Dokûyê sekiniye
Dadgehkirin li Dadgeha Dêrsimê pêk hatiye û malbat û parêzerên malbata Gulistan Dokûyê beşdar bûne lê Ergîn Y. beşdar nebûye. Heyeta dadgehê biryara zeftkirina wî daye. Dadgehkirin wê di 2yê Kanûna Pêşiyê dewam bike.
Aygul Dokû, xwuşka Gulistan Dokûyê derbarê dadgehkirinê de ji bianetê re got ku Ergîn Y. çar danişînin beşdar nabe, wan bertek nîşan daye: “Êdî bila were. Em tên, dibêjin, me israr kir ku bila ew jî were û bi vî şiklî biryar dan.”
“Ez ê Gulistanê di tariyê de nehêlim”
Dokûyê bang li Wezareta Dadê jî kir û got: “Edaletê bicih bînin. Nedîtina Gulistanê edalet e? Ne dadgehkirina mêran lê dadgehkirina me edalet e?
“Ez li xwuşka xwe digerim û bi ser de jî têm dadgehkirin, ez nizanim vê çawa bînim ziman.
“Li sergumanbarî nagerin. Ev li holê ye. Gulistan 649 roj in ku di tariyê de ye, ez naxwazim xwuşka xwe di tariyê de bihêlim. Ji ber wê ez bang li hemû kesan dikin ku wezîfeya xwe bikin.” (EMK/FD)