Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Platforma Em ê Kuştina Jinan Rawestînin ragihandiye ku bi tohmeta “li dijî qanûn û exlaqê xebat kirine” doza girtinê li komeleya wan hatiye vekirin.
Li gorî zanyariya ku ji bîanetê re hatiye, bi daxwaza Beşa Komeleyan û Walîtiya Stenbolê Dozgeriya Komarî ya Stenbolê doza girtinê derbarê komeleyê de vekiriye.
Platformê daxuyanî daye û diyar kiriye ku daxwaza girtinê nehiqûqî ye.
Her weha endamên platformê ji bo roja Şemiya 16ê Nîsanê li Kadikoyê banga çalakiyê kirine.
Beşekî daxuyaniya platformê weha ye:
“Berê 12 salan me got ‘Em ê Kuştina Jinan Rawestînin” û em bi rê ketin. Dosyayên jinên hatine qetilkirin ku ji aliyê dadgehan ve hatine girtin, gîhaştin destê me. Tevî xizmên wan jinên hatin qetilkirin me Komeleya Platforma Em ê Kuştina Jinan Rawestînin ava kir. Ev 12 sal in me li vê xakê têgeha "kuştina jinan" daye ber xwe.”
"Me rastiya di mirinên bi guman ên jinan de derxist holê. Bi daneyên ku em her meh diweşînin re me nîşan da ku em şerê jiyaneke çawa didin. Me ala femînîzma wekhevîxwaz li her derê ji bo jinan, LGBTIQ+yan û zarokan li ba kir.”
"Em ji raya giştî re radigîhînin ku îro ji bo ku komeleya me were girtin bi îddiayên ji rastiyê dûr û nehiqûqî bi tohmeta ku “li dijî qanûn û exlaqê xebat kirine” doz vekirine.”
(EMK/AY)