Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Doza Geziyê îro li 13em Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê pêk hatiye. Mucella Yapici, Alî Hakan Altıiay, Çîgdem Mater Utku, Mîne Ozerden, Can Atalay, Tayfun Kahraman, Yîgît Aksakoglû û Yîgîtt Alî Ekmekcî bi Osman Kavala re di doza Geziyê de tên dadkirin.
Osman Kavala tevlî danişûnê nebûye. Recep Tayyîp Erdogan, Serokomar û Serokê Giştî yê AKPê ji bo Kavala gotibû, “Bermayiyê Sorosê”. Piştî vê gotinê Kavala gotibû êdî darizandineke adîl çênabe ew ê tevlî danişîna nebe.
Osman Kavala 1539 roj in li Girtîgeha Silîvriyê girtî ye.
Di danişîna 26ê Çiriya Paşiyê de Tayfûn Kahraman, Mucella Yapici û Can Atalay ji bo parastinê dem xwestibû lê di vê danişînê de parastina xwe kirine.
Prof. Dr. Ayşe Bûgra, Hevjîna Kavala, Ozgur Ozel û Sezgîn Tanrikûlû, Parlamenterên CHPê, Canan Kaftancioglû, Seroka Stenbolê ya CHPê û nûner û balyozên Hollanda, Norveç, DYA, Yekitiya Ewropayê, Belçîka, Îtalya, Fransa û Swêdê tevlî danişînê bûn in.
Di destpêka danişînê de Can Atalay parastina xwe kiriye û gotiye, “Me ji we re gotibû em ê ji we re qala Geziyê bikin. Xwezaya berxwedana Geziyê çi ye û çima ev doz berdewam dike! Îdîaname siyasî ye, ne hiqûqî ye. Ji me re dibêje teslîm bibin. Hûn teslîm bibin, em ê ti carî teslîm nebin. Girîng e ku nêrîna me teslîm nabe. Ne mimkune ku berxwedana Geziyê bi qurişekî ve girêdayî be. Delîl nîne, cudahiyek heye. Em welatî ne, mafên me hene. Dema ku ev maf hatin binpêkirin em ê wan mafan bi kar bînin. Ti çareyek me nîne."
Piştî Atalayî Tayfûn Kahraman axiviye û anîye ziman ku ew wijdana civakê ye ku li Geziyê daketiye kolanan û weha pê de çûye:
"Ciwanên vî welatî xwedî li park, dar û çivîkên xwe derketin. Min di jîyana xwe da tu caran tundîya ku min ew roj li cihekî din dît, nedît. Ti hêz, pere, ti desthilatdarî nikare li 80 bajaran gel bi rêxistin bike ku derkevin kolanan. Berxwedana Geziyê tenê em nîn in, bi mîlyonan in.”
Piştre Muxella Yapici axiviye û bibîrxistiye ku ew ji 2015an vir ve tên dadkirin û weha gotiye:
“Em ji sala 2015an û vir ve tên darizandin, îdîanameyên vik û vala hene, dadgeh tên guhertin, heyet tên guhertin. Ez gihîştim wê qenaetê ku em bi we re wekî lîstikeka li ser dike ne, weke fîguranên lîstikeke dawîya wê diyar e.”
Piştre Hakan Altinay mafê axavtinê girtiye û gotiye, “"Ez nizanim ez bi çi têm tawanbarkirin. Ez van hemû sûcdariyên neheq, ku li ser ti delîl an jî rastiyên şênber nîne, red dikim."
"Têkiliya min a bi bûyerên Geziyê re tenê 2-3 caran serdana min e ku ez çavdêriyê bikim, fikran bistînim.”
Piştî parastina Altinay Saetek navber hatiye dayîn û piştî navberê Mîne Ozerden axiviye û weha gotiye:
“Ez tênagêm ku bê ka ez çima li vir im. Parêzerê min ji dozger xwest ku sûcdariyên li min tên kirin ji min re bişîne, lê we daxwaza me qebûl nekir. Wateya wê çi ye? Gelo divê ez li ser bifikirim û bifikirim ji xwe re sûcekî guncaw bibînim?
Piştre parêzerên Osman Kavala û parêzerên Doza çArşiyê mafê axavtinê girtine. Piştî gotinan dozgerê danişînê Edîp Şahîner nêrînên xwe aşkere kiriye ku xwestiye tedbîrên kontrola edlî yên li ser Mîne Ozerden û Hakan Altinay were rakirin û Osman Kavala jî girtî bimîne.
Heyeta Dadgehê biryara girtî mayîna Osman Kavala daye û danişîn taloqî 21ê Sibatê kiriye.
Çi bûbû?
Osman Kavalayî di 8ê Hezîrana 2018an de bi rêya parêzerên xwe serî li DMMEyê dabû û gotibû biryara girtina wî ya demkî li dijî Xala 5em a PMMEyê ye ku derbarê mafê jiyan û azadiyê de ye. Kavalayî her weha diyar kiribû ku biryara girtina wî ji ber sedemên siyasî ne.
Di Doza Geziyê de ji bilî Osman Kavala, Serokê, Lijneya Rêveber a Anadolu Kulturê 15 kesên din tên dadgehkirin. Tenê Kavala girtî ye. Dadgehkirinê di 24ê Hezîrana 2019an de destpê kiribû. Kavala di vê dozê de beraet kiribû lê piştî wê dozeke din bi tohmeta ku "sîxurtiya leşkeri yan jî siyasî kiriye" careke din hatibû girtin. Hîna li Girtîgeha Sîlîvriyê tê girtin.
Derbarê Osman Kavalayî de
Di sala 1957an de li Parîsê ji dayik bûye. Beşa Ekonomiyê ya Zanîngeha Manchesterê qedandiye. Di sala 1982ê de weke rêveber li Kavala Grûbê dest bi kar kiriye.
Tevlî Mûrat Belgeyî Weşanxaneya Îletîşîmê ava kiriye ku yek ji weşanxaneyên sereke yên Tirkiyeyê ye.
Weke endam din ava Konseya Karî ya Tirk-Polonan de, Konseya Karî ya Tirk-Yewnanan, Center For Democracy in Southeast Europe (Navenda Demokrasiyê ya li Rojhilatê Başurê Ewropayê) û hin dezgehên karî û civakî sivîl de kar kiriye.
Endamê Lijneya Rêveber ê TESEVê, endamê Lijneya Şêweber ê Enstîtuya Civaka Vekirî, endamê Komeleya Welatiyan a Helsînkiyê, piştevanê Tarih Vakfi û Diyarbakir Kultereviyê ye.(HA/AY)