Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
*Wêne: Elîf Akgûl / bianet
Li Dageha Cezayên Giran a 27. a Stenbolê, 19 kes ji bo Doza Cumhuriyetê têne dadkirin 12 kes ji wan di girtîgehan de ne. 11 kesên girtî xebatkar û birêvebirên rojnameya Cumhuriyetê ne û kesek bikarhênerê Twîtterê ye.
Îro roja duyem e ku berpirsê weşana Rojnameya Cumhuriyetê yê girtî Murat Sabûncû, nivîskarê rojnameyê Kadrî Gûrsel, karîkatûrîstê Mûsa Kart, endamê Dîwana Birêvebir a Weqfa Cumhuriyetê Onder Çelîk, endamê Dîwana Birêvebir a Weqfa Cumhuriyetê Onder Çelîk, endamê Dîwana Birêvebir a Weqfa Cumhuriyetê Mustafa Kemal Gûngor, nivîskarê rojnameyê Hakan Kara, Berpirsê Pêveka Kitêban a Cumhuriyetê Turhan Gûnay, nivîskarê rojnameyê Gûray Oz, parêzerê Akin Atalay û nûçegihanê rojnameya Cumhuriyetê Ahmet Şik têne dadkirin.
BIXWÎNE: Nûçeyên Doza Cumhuriyetê
Ji 19 rojnamegerên bersûc, 11 rojnameger di girtîgehan de ne.
Roja Yekem
Nivîskarê Rojnameya Cumhuriyetê xwe parast.
"85 kesan ji bo carekê peyam ji min re şandiye, 17 kesan jî ji bo carekê bi telefonê bakiriye min lê min bersiva wan nedaye. Digel ku min bersiva wan nedaye hûn nikarin min welê nîşan bidin ku peywendiya min digel wan heye.
"Piraniya van peyaman di dema 24ê Tîrmehê û 1ê Kanûna Paşiyê de ne. Ji ber ku operasyon li polîsan dihat kirin qey wan hewildaye xwe bigihînin rojnamegeran.
"Eşkere ye ku min ti bersiv ji bo hewildana wan a arîkarîstandinê nedaye."
Dîwana Dadkirinê
Serokê dîwana dozgeran Abdurrahman Orkun Dag dozê bi rê ve dibe.
Dozgerên endamên dîwanê: Mehmet Arslan û Halît Îçdemîr in.
Bersûc li Dadgeha Cezayên Giran a 27. a Stenbolê têne dadkirin. Gelek nûnerên rêxistinên parastina mafên mirovan jî ji bo temaşekirinê hatine dadgehê.
1100 parêzer
Ji bo 1100 parêzeran wekaleta bersûcan hatiye dayin. Li salona dadkirinê bi tenê ji bo 150 kesan cih heye. Ji ber ku gellek parêzer dixwazin biçin salonê ji bo rojnamegeran cih nema.
BIXWÎNE: Ji beriya 109 salan sîstema sansûrkirinê hat rakirin
Tutuklu dostlarımız salona alkışlarla girdiler. Tüm salon ayakta!#GazetecilereÖzgürlük #GazetecilikSucDegildir pic.twitter.com/Xf7ODi0ITD
— Cumhuriyet Savunması (@CumhuriyetAv) 24 Temmuz 2017
Dema rojnameger çûyîn di salona dadkirinê de. Bînerên dozê çepik ji bo wan çepik kirin.
(EA/BK/AS/MB)