* Fotograf: Huseyin Aldemir
Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Li Dageha Cezayên Giran a 27. a Stenbolê, 19 kes di roja pêncem de ji bo Doza Cumhuriyetê têne dadkirin, 12 kes ji wan di girtîgehan de ne. 11 kesên girtî xebatkar û birêvebirên rojnameya Cumhuriyetê ne û kesek bikarhênerê Twîtterê ye.
Îro roja pêncem e ku berpirsê weşana Rojnameya Cumhuriyetê yê girtî Murat Sabûncû, nivîskarê rojnameyê Kadrî Gûrsel, karîkatûrîstê Mûsa Kart, endamê Dîwana Birêvebir a Weqfa Cumhuriyetê Onder Çelîk, endamê Dîwana Birêvebir a Weqfa Cumhuriyetê Onder Çelîk, endamê Dîwana Birêvebir a Weqfa Cumhuriyetê Mustafa Kemal Gûngor, nivîskarê rojnameyê Hakan Kara, Berpirsê Pêveka Kitêban a Cumhuriyetê Turhan Gûnay, nivîskarê rojnameyê Gûray Oz, parêzerê Akin Atalay û nûçegihanê rojnameya Cumhuriyetê Ahmet Şik têne dadkirin.
Herwiha Serokê Lijneya Birêvebirinê yê Weqfa Cumhuiyetê Orhan Erînç, Midûrê Muhasebeyê yê Rojnameya Cumhuuriyetê Gunselî Ozaltay, nivîskarê Rojnameya Cûmhuriyetê Hîkmet Çetînkaya, Derhênerê berê yê Weşanê ye Rojnameya Cumhuriyetê û nivîskar Aydin Engîn û Midûrê Muhasebe yê berê yê Rojnameya Cumhuriyetê Bulent Yener jî li salona dadgehê amade ne ku dadkirina wan ne bi awayê girtî berdewam dike.
Di roja yekem ya dadgehkirinê de (24ê Tîrmehê) Kadrî Gursel, Akin Atalay û Mûsa Kart, di roja duyem de (25ê Tîrmehê) Mûrat Sabûncû, Bulent Ûtkû, Guray Oz, Onder Çelîk û Mûstafa Kemal Gungor, di roja sêyem de (26ê Tîrmehê) Hakan Kara, Tûrhan Gunay, Ahmet Şik, Ahmet Kemal Aydogdû, Bulent Yener û Gunselî Ozaltay, di roja çarem de (27ê Tîrmehê) Hîkmet Çetînkaya, Aydin Engîn û Orhan Erînç axivîbûn û parêzerên wan nirxandin kiribûn.
Çavlirêye ku îro daxwaz bên girtin û dozger nêrîna xwe bîne ziman.
Doz saet 10.30ê destpê kir.
Parêzer di daneşînê de nirxandinên xwe tînin ziman û daxwaza serbestiya girtiyan dikin. (EA/BK/FD)