Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Ji ber ku fotografên îşkenceya li Xalfetiya Rihayê belav kiriye, doz li Fatma Kiliçarslan, Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) ya Enqereyê hatiye vekirin.
Li gorî daxuyaniya Baroya Dîlokê; li ser hin hesabên medyaya civakî yên ku xwe weke tîmên taybet didin naskirin fotograf belav kiribûn. Di van fotografan de dihate dîtin ku li Xelfetiyê, piştî pevçûna 18ê Gulanê hin kesên hatine desteserkirin xuya dikirin. Fotograf li baxçeyê Qereqola Cendirmeyan a Xelfetiyê hatiye kişandin û kesên tê de xuya dikirin li erdê dirêjkirî û destên wan ji paş ve hatiye kelepçekirin.
Tohmet. ‘Kîndarî û dijminatiyê di nava gel de belav dikin”
Serdozgeriya Komarî ya Rihayê di 22yê Gulanê de lêpirsînname ji bo Fatma Kiliçarslanê amade kiriye. Lê Serdozgeriya Komarî ya Rihayê bi sedema ku ne erka wê ye dosya ji Serdozgeriya Komarî ya Enqereyê re şandiye.
Di 23yê Tîrmehê de Serdozgeriya Komarî ya Enqereyê îfadeya Kiliçarslanê wergirtiye û 9em Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê bi îdiaya ku “kîndarî û dijminatî di nava gel de belav kiriye” doz lê vekiriye.
Dadgehkirin wê 9ê Çiriya Pêşiyê dest pê bike. (AS/DG/FD)
* Derya Göregenê ev nûçe wergerandiye