Derbarê Kadrî Esen, Xwediyê Îmtiyazê yê Rojnameya Xwebûnê de bi îdiaya ku li ser medya civakî “propaganda rêxistinê kiriye” doz hatiye vekirin.
Wêneyek ku Esen di Nîsana 2018an de li ser hesabê xwe yê medya civakî belav kiriye ji aliyê Serokatiya Têkoşîna Dijî Sûcên Sîberê ya Midûriyeta Giştî ya Polîsan ve weke sûc hatiye nîşandan.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê Îdianame ji aliye Serdozgeriya Komarî ya Amedê ve hatiye amadekirin. 10emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê îdianame qebûl kiriye.
Di îdianameyê de derbarê Esenî de ji salekê heta 5 salan cezayê girtîgehê tê xwestin. Her weha hatiye diyarkirin ku Esen wêneyek ku endamek rêxistinê ye û çek di destê wê de ye belav kiriye û ev wêne weke sûc hatiye nîşandan.
Dozger di îdianameyê de diyar kiriye ku wê ev wêneyê Esen belav kiriye kurdan rake ser pêyan û pesnê endamê rêxistinê hatiye dayîn. Dozger xwestiye Esen ji ber parvekirina wêneyê were cezakirin.
Danişîna destpêkê a dozê wê di 21ê Îlonê de pêk were. (AY)