Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Buroya Lêpirsîna Sûcên Rexistinkirî û Terorê ya Serdozgeriya Komarî ya Stenbolê li ser giliyê Alîkarê Wezîrê Dadê Akin Gurlek derbarê edîtora mafên mirovan a bianetê rojnameger Ayça Soylemezê de îdianame amade kir. Îdianame ji aliyê 29emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê ve hat qebûlkirin.
Sedema dozê jî gotara bi navê “Yetenekli hâkim bey” ye ku ji aliyê Soylemez ve di 18ê Sibata 2020an de li BirGün hatiye nivîsandin.
Soylemezê di gotara navborî de diyar kiriye ku Akin Gûrlekê ku wê demê serokê dadgeha cezayên giran li Stenbolê bû, rojnameger Canan Coşkun, seroka CHPê ya bajarê Stenbolê Canan Kaftancioglu, Hevserokê berê yê HDPê Selahattin Demirtaş, Seroka Yekitiya Tabîbên Tirkiyê(TTB) Şebnem Korur Fincanci, parêzerên endamên Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD), Akademîsyenên Aştiyê û rêveber, nivîskar û xebatkarên Rojnameya Sozcuyê dadgeh dike.
Serdozgeriyê li ser giliyê Gurlek derbarê nivîsa ku 3 sal berê hatiye weşandin de lêpirsîn da destpêkirin. Soylemez di 22ê Hezîrana 2023an de çû midûriyeta polîsan û îfade da.
Soylemez, anî ziman ku di gotarê de behsa tu rêxistinekê nehatiye kirin û wiha got: “Min zanyariyên derbarê dozên ku lê nêriye û biryarên ku di encama van dozan de hatine girtin, nivîsandin. Ji bo vê jî mirov nikare bibêje ku min Akın Gurlek kiriye hedefa tu rêxistinan. Di encamê de, nivîsa navborî gotarek e ku min bi nasnameya xwe ya rojnamegeriyê û bi armanca agahdarkirina raya giştî û di çarçoveya azadiya çapemenî û derbirînê de nivîsandiye.”
Dozger xwestiye Soylemez were cezakirin
Dozgeriyê piştî îfadeyê îdianame amade kir. Di 8 paragrafan de behsa azadiya civakê ya wergirtina agahiyan û azadiya derbirînê kir.Her weha ji Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) mînak nîşan dan.
Lêbelê piştre got ku azadî ne bêsînor in. "Pêdivî ye ku azadiya ramanê were sînordar kirin da ku raya giştî û dewletê biparêze.”
Her weha diyar kir ku ger azadiya ramanê neyê sînordarkirin dê anarşî derkeve holê. Peywira yekem a dewletê parastina nîzama giştî ye.”
Dozgeriyê di îdianameyê de Soylemez bi îdiaya ku "Kesên ku di têkoşîna dijî terorê de wezîfedar bûne hedef nîşan daye(TMK 6/1)" sûcdarkir û xwest bi salek û 3 mehan cezayê girtîgehê were cezakirin.
29emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê îdianame qebûl kir, lê hêj roja danişînê diyar nekiriye.
(HA/AY)