Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Osman Şiban di 11ê Îlonê de li Şaxê navçeya Wanê bi Servet Turgutî re hatibûn desteserkirin. Serdozgeriya Komarî a Wanê derbarê Şibanî de îddianame amade kiriye. Di îddianameyê Şibanî bi “endamtiya rêxistinê” hatiye û sûcdarkirin û 5em Dadgeha Cezayê Giran a Wanê îddianame qebûl kiriye.
Dadgehê ji ber ku Şibanî li Mersînê dijî dosyeya wî şandiye wir.
Li gorî nûçeya Dîndar Karataşê ya ku li Ajansa Mezopotamyayê weşiyaye di îddianameyê de hatiye gotin ku Şibanî “Di nava xebatên mîlîsiyê de cîh girtiye, bi fermana rêxistinê kel û pelên jiyanî û lojîstîkî biriye çiyê”
Di îdîanemeyê de hatiye destnîşankirin ku hin herêmên Wan û Şirnexê ji aliyê endamên rêxistinê ve hatine bikaranîn û endamên rêxistinê ji mala Şîban a li mezraya Surikê ye erzaq û malzemeyên jiyanî girtine û têkilî danîne.
Sûcdariya mazot û tupê
Di îdîanemeyê de 3 lib jelîkanên şîn ên 40-50 lître mazota li mezraya Surikê hatibûn dîtin jî wekî delîlên sûc hatiye nîşandan. Weke hêcet jî ji ber mala herî nêzî noxteya ku jelîkan lê hatine dîtin aîdî Osman Şiban e, hatiye nîşandan.
Îtirafker gotiye civîn hatiye lidarxistin
Di îdîanemeyê de hatiye diyarkirin ku herêma ku berê û di dema bûyerê de mala Osman Şîban lê bûye ji aliyê balafirên bê mirov û drone ve şopandine û hatiye îdîakirin ku di êvara 9ê Îlona 2020an de ji derveyî jiyana asayî, tevgera mirovan hebûye. Di îdianameyê de tişteke din a balkêş jî bû îtîrafên îtîrafkarekî. Îtîrafkar îdia dike ku di navbera salên 1980ê û 1990an de endamê Komîteya Rêveber a PKKê Mûrat Karayilan û yek ji fermandarên PKKê Mahsum Korkmaz ê di sala 1986’an de jiyana xwe ji dest dabû, li mala Şiban civîn li dar xistine.
Di îdianameyê de îfadeyên ku Şiban dabûn weke “xwe ji sûc xelas bike” hatiye nirxandin.
Çi bûbû?
Osman Şîbanê 50 salî û Servet Tûrgûtê 55 salî piştî ku di 11ê Îlonê de leşkerên derketibûn operasyonê ew li navçeya Şaxê desteser kirine bi du rojan li beşa nexweşiyên giran a Nexweşxaneya Perwerda û Lêkolînê ya Herêmî ya Wanê hatibûn dîtin.
Di nûçeya Cemîl Ugûrî ya li ser Ajansa Mezopotamyayê hatiye weşandin de rapora epikriz a nexweşxaneyê jî heye.
Di raporê de hatiye gotin ku ji ber “birîndariya piştî ji helîkopterê ketiye” ew anîne Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Wanê.
Di beşa nerhetiyan a raporê de li bin sernavê “Nexweşiyên Giran” hatiye diyarkirin ku “ji cihekî bilind ketine” û wiha hatiye berdewamkirin: “Piştî ketina ji cihekî bilind emniyetê agahî daye tîmên tenduristiyê û 112yê ew anîne beşa lezgîn.(HA/AY)