Derbarê Muhammed Eren Sutçuyê ki li Stenbolê bi çekan û kêrê êrîşî avahiya rêxistina Bahçelîevlerê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) kiribû de doz hatiye vekirin.
Muhammed Eren Sutçu di 28ê Kanûna 2021an de bi çek û kêrê êrişî avahiya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) kiribû û di êrişê de Ramazan Dişari û Azîz Şîmşek ên endamên HDP’ê birîndar bûbûn. Rêveber û endamên HDP’ê hewla qetlîamek ku dê bihata kirin, asteng kirin. Êrişkar li ser astengkirinê ji avahiyê reviya û ket firinek nêzî avahiya HDPê. Piştî nîv saetî ji aliyê polîsan ve hatibû desteserkirin.
Êrişkar Sutçu piştî îfadede dayînê ji aliyê Dadgeha Çaglayana Stenbolê ve bi şertê zinadnîkirina malê hatibû berdan.
Li ser medya dîjîtal bertek hat nîşandan ku Sutçu hatiye berdan. Li ser vê yekê dozgeriyê îtîrazî berdana êrişkar kiriye û ji nû ve hatiye desteserkirin û pişt re hatiye girtin. Sutçu li Girtîgeha Metrîsê 3 meh in girtî ye. Lêpirsîna derbarê êrişkar de temam bû. Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê derbarê êrişkar Sutçu de ji sûcên “heqaret”, “hewldana birîndarkirina biçek” û “gefa biçek” îdianame amade kiriye û şand 39emîn Dadgeha Cezayê Asliye ya Stenbolê. Dadgehê biryara nerayeyê daye û dosyeyê şandiye Dadgeha Cezayê Asliye ya Nobedar a Bakirkoyê.
Di îdianameyê de hatiye xwestin êrişkar ji sûcên ku kiriye were cezakirin. Her weha di îdianameyê de hatiye diyarkirin ku derbarê Sutçu de ji sûcê “endamtiya rêxistina terora çekdar” biryara dozvenekirinê hatiye dayîn.
Çi bûbû?
Muhammed Eren Sutçuyî di 28ê Kanûna Pêşiyê de bi çekan û kêrê êrîşî avahiya rêxistina Bahçelîevlerê ya HDPyê kiribû. Di encama êrîşê de Ramazan Dişari û Azîz Şîmşek bi sivikayî birîndar bûbûn. Piştî êrîşî polîsan êrîşkar desteser kiribû û ew biribûn Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê ya li Kolana Vatanê. Dozgeriyê biryar dabû ku lêpirsîna wî veşartî were kirin û dema desteserkirina wî 4 rojan hatibû dirêjkirin. (AY)
*Çavkanî: Ajansa Mezopotamyayê