Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Piştî 4emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê biryar daye ku rayeya wê nîne dosyeya Seroka Konseya Navendî ya Yekitiya Doktorên Tirkan(TTB) Şebnem Korur Fîncanciyê bişopîne, dosye şandine 24emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê û li wir hatiye tomarkirin.
Merîç Eyûpoglû, Parêzera Şebnem Korur Fîncancîyê diyar kiriye ku 24emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê xwedî rayeyê ye û divê dosyeyê bipejirîne û roja danişînê diyar bike.
Eyûboglûyê daye zanîn ku ger Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê biryarê bide ku ew nikare dosyeyê bişopîne dê dosye ji bo Dadgeha Bilind were şandin.
Eyûpoglû bi bîanetê re axiviye û gotiye:
4emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê bi mebesta navnîşana Fîncanciyê li Stenbolê ye biryar daye ku rayeya wê nîne dosyeya Seroka Konseya Navendî ya TTBê Şebnem Korur Fîncanciyê bişopîne û dosye şandine 24emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê û li wir hatiye tomarkirin.
Bixwîne - Şebnem Korûr Fîncanci hatiye girtin
Bixwîne- Şebnem Korûr-Fîncanci desteser kirine
Bixwîne- Şebnem Korûr-Fîncanci: Gelek caran min nîşan daye ku ez bêdeng nabim
Çi bûbû?
Prof. Dr. Şebnem Korûr-Fîncaniya ku pispora tiba edlî ye, di Medya Haberê de axivîbû. Korûr-Fîncanciyê derbarê wan îdiayên ku dibêjin TSKyê di dema operasyonên leşkerî de çekên kîmyewî bikar aniye de, gotibû, wê dîmen temaşe kirine:
“Diyare ku yek ji gazên kîmyewî yên toksîk ên rasterast bandorê li ser sîstema siniran dike hatiye bikaranîn. Her çend bikaranîna wan qedexe be jî, em dibînin ku di dema pevçûnan de tê bikaranîn.”
Korûr-Fîncanciyê diyar kiribû ku li gorî peymanên navnetewî, divê heyetên serbixwe li herêmê lêkolînan bikin û divê li gorî rêgezên Protokola Mînesotayê tevgerin.
Piştî van daxuyaniyan, rojnameya Yenî Şafakê nûçeyek weşand û got: “Gotinên bi îxanetkirinê tijî ji Seroka TTB, Şebnem Korûr Fîncanciyê: Di kanala PKKyê de derew li TSKyê kir.”
Rojnameya Sabahê jî bi heman rengî nûçeyek weşand û got: “Fermandarên teqawidbûyî li dijî derewa ‘çeka kimyewî’ gelekî bihêrs bûn: Bila Şebnam Korûr Fîncanci li ber hiqûqê hesab bide!”
Paşê jî Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û Wezîrê Berevaniyê Hûlûsî Akarî derbarê îdiayên bikaranîna çekên kîmyewî de daxuyanî dan û gotin ku ew nûçe ne rast in.
Serdozgeriya Komarî ya Enqereyê derbarê Prof. Dr. Şebnem Korûr Fîncanciyê de lêpirsînek da destpêkirin. (RT/AY)