Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
24emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê dosyeya Seroka Konseya Navendî ya Yekitiya Doktorên Tirkan (TTB) Şebnem Korur Fincanciyê qebûl kiriye. 4emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê biryar dabû ku rayeya wan nîne dozê bişopîne û dosyeya Korûr-Fîncanciyê şandibû Stenbolê.
Dadgehê danişîna yekem ya dozê ji bo roja 23ê Kanûna Pêşiyê diyar kiriye.
Parêzera Korur-Fîncanciyê Merîç Eyûpoglu, li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ev peyam parve kiriye û gotiye, "biryara rayeya neşopandinê nîne, dê doz li Stenbolê bê pêk were."
Eyûboglû diyar kiriye ku biryar hatiye girtin ku girtina Korur-Fîncancî berdewam bike û wiha gotiye: "Niha çend meh normal xuya dike, lê mafê tu kesî nîne ku heta deqeyekê jî azadiya me asteng bike."
Bixwîne- Dosyeya Şebnem Korûr Fîncanciyê şandine 24emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê
Piştî 4emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê biryar daye ku rayeya wê nîne dosyeya Seroka Konseya Navendî ya TTBê Şebnem Korur Fîncanciyê bişopîne, dosye şandine 24emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê û li wir hatiye tomarkirin.(RT/AY)