Kovara Kundê ya ku di jimara yekem de li ser Bextiyar Elîyî, di jimara duyem de li ser Berken Berehî dosye amade kiribûn ji bo jimara sêyem li ser Ferhad Pîrbalî dosyeyek amade kiriye.
Çima Ferhad Pîrbal?
Ferhad Pîrbal(Wêne: Murat Bayram/bianet)
Edîtoriya Kundê ji bo bersiva vê pirsê ev gotin nivîsîne:
“Dema mijar Ferhad Pîrbal be, mirov nizane behsa kîjan aliyê wî bike û behsa kîjanî neke. Ferhad Pîrbal nivîskar, şêwekar, aktor, lêkoler, aktîvîst, romannûs, helbestnûs, şanonamenûs û mamostayek e.
Ferhad Pîrbal dinivîse jî, wêneyan jî xêz dike, stranan jî dibêje, performansên hunerî jî îcra dike û çalakiyên mezin ên protestoyî jî li dar dixe.
Ferhad Pîrbal bi dehan belkî bi sedan berhemên xwe, di dîroka kurdan ya çandî de cihekî zêrîn zeft kiriye. Ferhad Pîrbal bi helwestên xwe yên dij-desthilat, dij-mêtinger, rastbêj û heqîqetbêj, bûye wicdanê kurdan. Belkî di dîroka kurdan de kesayetekî din bi qasî Ferhad Pîrbal rengîn tunebe.”
Naveroka kovarê
Di jimara sêyem a kovarê de van nivîsan cih girtine:
Şükran Yağuz li ser romana Heft Wêney Rûtî Jinî Cenabî Wezîr nivîsiye û bal kişandiye ser wê yekê ku karaktera jin bêdeng e.
Ronya Bewran bi awayekî berfirehtir li vê bêdengiya karakterên jin ên romanên Pîrbal guhdar kiriye û îdîa kiriye ku karakterên jin ên romanên wî bi awayekî Femme Fatale hatine afirandin.
Bixwîne - Mêvanê hejmara duyem ê Kovara Kundê Berken Bereh e
Evdal Baqî li ser lehengê romana Hôtel Europe, Mihemedê Hacîzade hûr bûye û maceraya wî û ya Şêx Sen’an daye ber hev.
Burhan Tek fotoyekî Ferhad Pîrbal bi têgeheke Barthes şirove kiriye ku Pîrbal di wî fotoyî de tazî ye û dema ku Pîrbal rişwetê protesto dike ew foto hatiye girtin.
Bajar Mîrzeman li ser erkên diyalogan di du romanên Pîrbal de rawestiyaye.
Bixwîne - "Kund bi sê taybetiyên xwe ji kovarên din cuda dibe"
Umran Aran analîzeke psîkanalîtîk a karakterên mêr ên berhemên edebî yên Pîrbal kiriye.
Xelîl Semed jî li ser romana Heft Wêney Rûtî Jinî Cenabî Wezîr nivîsiye û hestên xinc û tolhildanê yên lehengan analîz kiriye.
Ferhad Pîrbal (Wêne: Murat Bayram / bianet )
Aram Rifet li ser helbestekê nivîsiye ku Ferhad Pîrbal ew xwendiye û wek vîdyo belav kiriye. Rifet hem li ser wê yekê nivîsiye ka helbesta Pîrbal di tesîra kîjan ekolê de ye û hem jî karvedanên hin kesan nirxandiye, ku bi gotinên çors êriş biribûn ser Pîrbal, û di ser wê re tehlîla sosyo-psîkolojîk a kurdan kiriye.
Çetoyê Zêdo behsa çend serpêhatiyên xwe li gel Pîrbal kiriye, ku agahînî balkêş dide.
Dosyeya jimara çarem dê li ser Celadet Alî Bedirxan be
Me vê jimarê dosyeyek li ser Ferhad Pîrbal amade kir ku wê di vî warî de ji bo xwînerên kurdî çavkaniyeke sereke be. Dosyeya jimara çarem dê li ser pêşeng û pêşewayê gewre Celadet Alî Bedirxan be. Dema dawî ya nivîs şandinê 20ê Berfanbara 2018an e. Çi ji bo dosyeyê be, çi ji bo beşeke din be em li benda nivîsên we ne.
Kovara Kundê li pirtûkfiroşên sereke û li malperên pirtûkfiroşiyê dikare bê peydakirin.
(MB)