Ji bo parêzbendiya 5 parlamenteran were rakirin fezleke pêşkeşî Serokatiya Meclîsê kirin.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê di fezlekeyê de hatiye xwestin ku parêzbendiya Amira Îdareyê ya Meclisê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Saliha Aydenîz, Parlamenterên DEM Partiyê Cengîz Çandar û Sabahat Erdogan Saritaş, Parlamenterê Partiya Îyiyê Burak Akburak û parlamenterê serbixwe Yuksek Aslan were rakirin.
Fezlekeyên parêzbendiyan bi biryara Serokomariyê ji Serokatiya Meclisê re hatin şandin.