Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Osman Kavala Karsazek e ku 701 roj in di girtîgehê de ye. Dostên Kavalayî ji bo ew serbet bibe ji bo Wezareta Edaletê nameyek nivîsîye.
Dostên Kavalayî ji bo rojbûna wî li Cezayîr Restorantê kom bûne. Wan 62 salîya Kavalayî pîroz kiriye û ji bo wî bi hev re wêneyek daye girtin.
Herweha wan kitêbek ji bo wî şandiye girtîgehê. Kitêb ji nivîsên hevalên wî yên zarokatîyê, hûnermend, dost û naskirîyên wî pêk tên.
Wekîlê ji Partiya Komarî ya Gelî (CHP) Sezgîn Tanrikuluyî name ji bo tanrikuluyî biriye. Tanrikuluyî eşkere kiriye ku dema Kavalayî kitêb dîtî gelek hestebar bûye û paşê gotiye “li ber ketiye ku li girtîgehê mame.”
(TP/MB)