Li nêzî Sagaingya herêma Myanmarê di saet 13.30an de bi pileya 7,7an û 6,4an 2 erdhej pêk hatin.
Li gorî daneyên Navenda Lêkolînên Jeolojîk a DYAyê (USGS) li nêzî Sagaingyê ya ku bi qasî 16 kîlometroyan dikeve bakurê Nepîdoya paytexta Myanmarê, li pey hev bi pileya 7,7an û 6,4an 2 erdhej pêk hatin.
Li gorî nûçeya Ajansa Anadolûyê ku erdhej bi 10 kîlometre di bin erdê de çêbûye.
Li gorî agahiyên destpêkê li Myanmarê 20 kesan jiyana xwe ji dest dane, 200 kes birîndar bûne û rêveberiya leşkerî jî li 6 herêman rewşa awarte ragihandiye. Li Taylandê di avahiyek hilweşiyayî de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan, agahî ji 90 kesan nayê girtin
Her weha Erdheja li Bangkoka paytexta Taylandê jî hatiye hîskirin. Li Bangkokê pergalên alarmê ketin dewrê û gelek avahî hatin valakirin.
(AY)