Donald Trumpê Serokê DYAyê diyar kiriye û gotiye, "Em ji ber kirinên Çînê kêfxweş nînin. Em di wê baweriyê da ne cîhê ku yekem car vîrûs lê derketiye dê li wir pêşî lê dihat girtin. Bi awayekî lez dikaribû vîrûs bida rawestandin. Wê demê li tevahiya cîhanê belav nedibû."
Trumpî li Qesra Sipî civîna çapemeniyê pêkaniye û geşedanên li ser Covîd-19ê nirxandiye.
Trumpî derbarê îdiayên dibêjin hejmara nexweşan ji ya hatiye raporkirin zêdetire de wiha gotiye: "Ya ku ez dikarim bêjim ew e ku em hejmaran rast dibêjin. Dema li welatên din mêze dikin mesela li Çînê mêze dikin bi ya min hejmara rast negotin."
Trumpî li ser îdiayên ku dibêjin "Çînê bi zanatî vîrus belav kir" jî wiha axiviye: "Em derbarê Çînê da lêpirsînên girîng dikin. Em ji ber kirinên Çînê kêfxweş nînin,. Li gor me vîrus li ku derê derket dikarin li wê derê bidin sekinandin. Çînê dikaribû bi lez vîrus bida sekinandin û vîrus li hemû dinyayê belav nebûya."
Trumpî destnîşan kiriye, ku di mijara testan da Amerîka ji welatin din baştir e û wiha pê da çûye: "Amerîkayê hetanî nika ji 5,4 milyonî zêdetir testên vîrusê kirin."
Serokê Amerîkayê Trumpî bal kişandiye, ku ji ber vîrusê xwendingeh hatine girtin û wiha gotiye: "Gelek Walî dibêjin ku xwendekarê wê heyamê neçin xwendingehan. Lêbelê li gor fikramin gelek dibistan wê di demeke kin da werin vekirin." (AY/FD)
* Çavkanî: AA