Foto:AA
Donald Trump, Serokê DYAyê derbarê vîrusa Covîd-19yê da gotîye: "Ez ji welatiyên Amerîkayê dixwazim ku xwe ji bo rojên dijwar ên pêşiya me amade bikin. Li pêşiya me du hefteyên ku wê pir dijwar derbas bibin, hene."
Trumpî li Qesra Spî civîna çapemeniyê pêkanîye û di axavtina xwe ya civînê da dîyar kirîye û gotîye: "Welatê me di nava ezmûneke mezin da ye. Berî niha ezmûneke wiha çênebûye. Ji bo man û nemanê 30 rojên pêşiya me girîng in û divê herkes guh bide tevdîrên ku ji bo şewbê hatine girtin."
Trump destnîşan kirîye,ku Wezareta Karên Derve jî di nava hewildana da ne welatiyên me yên li derve ne bînin û weha dewam kirîye, "Ji 29yê Kanûna Paşiyê pê ve me ji zêdetirî 50 welatan 25 hezar welatiyên Amerîkayê texliye kirine."
Donald Trump, Serokê Amerîkayê wiha pêde çûye: "Ez ji welatiyên Amerîkayê dixwazim ku xwe ji bo rojên dijwar ên pêşiya me amade bikin. Li pêşiya me du hefteyên ku wê pir dijwar derbas bibin, hene. Piştî du hefteyan jî weke texmîna gelek pisporan, ez hêvî dikim ku em derkevin firaqetiyê. Lê du hefte wê pir bi êş û jan derbas bibe. Li Amerîkayê tişta ku berî niha nehatiye dîtin, heye. Min destê sibehê doxtor û hemşîreyên ku diçûn bo nexweşxaneyan dişopand, weke eskerên ku diçûn şer bûn." (AY/FD)