Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Pêş ku Bankaya Navendî ya Tirkiyeyê îro di saet 14.00an de biryara faîzê ya nû eşkere bike, pereyên biyanî rekorekî din şikandiye. Dolay bûye 15,28, Euro 17,25 û Sterlîn jî derketiye 20,24 Lîreyê Tirk.
Dolar duh 14,83 bûye, îro bi 14,91 Lîreyê Tirk destpê kiriye û gihaştiye 15,28 Lîre. Herweha piştre daketiye 15,20 Lîreyî.
Bi heman awayî di Euro û Sterlîn de jî hinek kêmbûn çêbûye.
Grama zêr vê sibehê derketiye 877 Lîreyê Tirk. Çarêka zêr derketiye 1.434 Lîreyî, zêra komarî jî bûye 5 hezar û 726 TL.
Sedema bilindbûna nirxê zêr kêmbûna nirxê Lîreyê Tirk li dijî Dolar e.
Bankeya Navendî wê di saet 14.00an de biryara faîzê aşkere bike. Eger Bankaya Navendî ya Tirkiyeyê, rêjeya faîzê 100 puanan daxîne, tê çaverêkirin ku lîreyê Tirkî nirxê xwe zêdetir ji dest bide.
(HA/AY)