Fotograf: NicePNG
Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Kêmbûna nirxê Lîreyê Tirk li dijî pereyên din didome. Dolar bûye 9,97 Lîreyê Tirk.
Duh dolar 9,82 Lîreyê Tirk bû, îro bûye 9,97. Euro bûye 11,42 Lîreyê Tirk û gramek zêr jî bûye 576 Lîre.
Sedemên zêdebûna nirxê dolar çi ne?
Nirxê Lîreyê Tirk, ji ber polîtîkayên pere yên Bankeya Navendî di du mehên dawiye de her ku diçe kêm dibû. Daneya enflasyonê ku duh li DYAyê hatibû aşkerekirin bi sedî 6,2an asta herî bilind ya 31 salên dawiyê dîtiye.
Vê yekê di bazarên global de bendewarî zêde kir ku FED a girêdayî enflasyonê ji dema plankirî zûtir rêjeyên faîzê zêde bike û dolar jî dest bi xurtkirinê kiriye.
Di Twîtterê de rojev dolar e
Di vê navberê de zêdebûna dolar li ser Twîtterê bûye rojev. Li ser Twîtterê dolar bi etîketa #dolar10tl bi hezaran hatiye parvekirin.(HA/AY)