Rojnameya Global Timesê ya Çînê berê dabû zanîn ku dilê Li Wenliang sekinîye û dîyar kiribû ku dermankirina wî didome.
Polîsên Çînê ji ber ku Li Wenliang ji ser bloga xwe hemwelatîyên xwe ji bo vîrusa koronaya nû hişyar kiribû ew dabû ber lêpirsînê.
Li Çînê heta niha 637 kes mirine
Li Çînê ji ber şewba vîrusa koronaya nû (2019-nCoV) hejmara kesên ku mirine derket 637an.
Li gorî daxuyaniya nivîskî ya Komîsyona Tenduristiya Neteweyî (NHC), 636 jê li axa sereke ya Çînê, 1 jê jî li Herêma Rêveberiya Taybet Hong Kongê, hejmara kesên ku ji ber 2019-nCoVê mirin, derket 637an.
Vîrusa koronaya nû
Vîrusa koronaya nû cara ewil li bajarê Vuhanê yê eyaleta Hubeyê 12ê berfanbarê hatibû tesbîtkirin. Komîsyona Tenduristiyê ya Şaredariya Vuhanê, 31ê berfenbarê daxuyandibû ku di 27 kesên din da jî ku çûbûn Bazara Berhemên Deryayê Hunananê nexweşiyeke "veşartî" hat dîtin û bazar girtibû.
Vîrus di kurtedemekê da ji Vuhanê belayî bajar û eyaletên din bûbû û ji ber vê çendê jî ji 22yê rêbendanê vir va Vuhan di serî da li çi mezin çi piçûk li 17 bajarên girêdayî eyaleta Hubeyê veguhestina komî hatibû rawestandin. Nifûsa bajaran bi tevahî digihîje 50 milyonî.
Vîrus bi qasî 30 welatên din jî bûye.
Li derveyî Çînê, heta niha li Hong Kongê 1, li Fîlîpînê jî 2 kesan bi vîrusa koronayê mirine. (FD)
Çavkanî: Dengê Amerîka, AA