Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Selçûk Mizrakli, Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê wê sibê cara pêşiyê bê dadgehkirin. Mizrakli ji wezîfeyê hatibû avêtin û di encama îfadeya îtîrafkarekî de hatibû girtin. Mizrakli wê li 9em Dadgeha Cezayê Giran a Amedê were dadgehkirin.
Konseya Navendî ya Yekîtiya Doktorên Tirk (TTB) û Odeya Doktoran a Amedê, beriya danişîna dozê li Amedê civînek li dar xistin û xwestin ku Mizrakli serbest bibe.
Serokê Konseyê Prof. Dr. Sinan Adiyamanî daxuyaniya ku hatiye amadekirin xwendiye û tê de behsa pêvajoya girtina Mizrakliyî kiriye.
Adiyamanî diyar kiriye ku ew ji bo dadgehkirina Mizrakliyî bişopînin û li dijî bêhiqûqiyê dengê xwe bilind bikin çûne Amedê.
Her weha hatiye diyarkirin ku Mizrakli demekê bûye Serokê Odeya Doktoran a Amedê û hîna Endamê Lijneya Rûmetê yê Odeya Doktoran a Amedê ye.
Doktoran daxwaz kir ku bila Mizrakli serbest bibe û wegere ser wezîfeya xwe.
Parlamenterê Partiya Saadetê (SP) yê Stenbolê Cihangir Îslam, Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Nejdet Îpekyuz, Serokê Konseya Navendî ya Yekîtiya Doktorên Tirk (TTB) Sinan Adıyaman, Akademisyenê Aştiyê Prof. Dr. Onur Hamzaoglu, Endam û nûnerên TTB, KESK, DÎSK û gelek senîdakayên din û nûnerê Partiya Komunîstan a Kurdistanê beşdarî civîna çapemeniyê bûne.
Çi bûbû?
Wezareta Karûbarên Hundir 20ê Tebaxê bi sedema ku lêpirsînname ji bo wan hatine amadekirin, Şaredarê Bajarê Mezin ê Amed, Mêrdîn û Wanê ji wezîfeyê dûr xistiye.
Wezaretê di daxuyaniya xwe de gotiye ku Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Selçuk Mizrakli, Şaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk û Şaredara Bajarê Mezin a Wanê Bedîa Ozgökçe Ertan ji wezîfeyê hatiye dûrxistin.
Bixwîne - Wezareta Navxweyî: Li 29 bajaran 418 kes hatine desteserkirin
Li şûna Mizrakliyî Waliyê Amedê Hasan Basri Guzeloglu, li şûna Turkî Waliyê Mêrdînê Mûstafa Yaman û li şûna Ertanê jî Waliyê Wanê Mehmet Emin Bilmez weke kayum hatine tayînkirin.
Bixwîne - "Îradeya demokratîk hatiye kuştin"
Li gorî nûçeya Ajansa Anadolûyê, ji ber ku 9 lêpirsînname ji bo Mizrakliyî, 6 lêpirsînname ji bo Turkî u 7 lêpirsînname jî ji bo Ertanê hatine amadekirin û li dadgehên cezayê giran dadkirin berdewam dikin, ji wezîfeyê hatine standin.
22yê Tebaxê Walîtîya Êlihê mixtarên sê taxên bajarî û mixtarekê gundekê ji karê wan dûrxistiye û li şûna wan qeyûm wezîfdar kirine.
Walîtîyê biryara li ser mixtaran li malpera xwe weşandiye. Li gor daxuyanîya li ser malperê (bi zimanê tirkî) mixtarên taxên Çay, Korik û Bağlarê û mixtarê gundê “Kösetarla”yê ji karê wan hatiye dûrxistin. (EMK/FD)
Fotograf û Çavkanî: MA