Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Danişîna biryarê ya Dr. Şeyhmûs Gokalp,endamê Lijneya Bilind ê Rûmetê yê Yekîtiya Doktorên Tirkan (TTB), endamê Desteya Navendî yê TTByê yê serdema 2014-2018ê û dildarê Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TIHV) li 10em Dadgeha Cezayê Giran a Amedê pêk hatiye. Gokalpî bi “endamtiya rêxistinê” dihat tohmetbarkirin.
Dozgerî ji bo Dr. Şeyhmûs Gokalpî heta 15 salan cezayê girtîgehê xwestibû. Dadgehê biryara beraet kirina Gokalpî daye.
Çi bûbû?
Dr. Şeyhmûs Gokalp, roja 23yê Çiriya Paşiyê, ji ber lêpirsîneke derbarê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) de hatibû girtin ku Serdozgeriya Komarî ya Amedê ev lêpirsîn dabû destpêkirin.
Abdullah Zeytûn, Serokê Komeleya Mafên Mirovan ê Amedê ji bianetê re gotibû ku “mafparêzî û doktoriya wî ya ku bi salan e dike krîmînalîze kirine û weke sûc nîşan dane. Ew tohmetên ku lê tên kirin ji derveyî aqil e, bêyî li delîlên berbiçav bigerin ew girtin.”
TTByê di 2018an de daxuyaniyek weşandibû û gotibû ku “Şer pirsgirêkeke tenduristiya gelî ye”. Di 30ê Kanûna Paşiyê ya 2018an de polîsan li hemberî TTByê operasyonek dabû destpêkirin. Dr. Gokalp jî li gel hin doktorên din desteser kiribûn. Piştî îfadeyên li dozgerî û dadweriyê serbest bûbû.
(RT/DD/AY)
*Dara Demiralpî ev nûçeya ji tirkî wergerandiye