Fotograf: Semra Yansit / bianet
Xebatkarên tenduristiyê ji bo mafên xwe û ji bo erîşên ku li ser wan pêk tên, li her derê çalakiya grevê û meşa spî li dar xistin. Bijîşkan di van çalakiyan de, daxwaza mafên xwe kirin û bang li Wezareta Tenduristiyê û hikûmetê kirin. Seroka Odeya Bijîşkan a Amedê, Doktor Elîf Tûranê ji bianetê re behsa çalakiyên xwe û daxwazên xwe kir.
“Fêda zagona tenduristiyê li hemû kedkarên tenduristiyê nabe”
*Arşîv
Elîf Tûranê behsa rewşa kedkarên tenduristiyê kir û diyar kir ku rewşa wan her tim xirab e lê di dema pandimeyê de xirabtir bûye: “Berê jî rewşa kedkarên tenduristiyê nebaş bû lê bi pandemiyê re ev rewş xirabtir bû. Di serê pandemiyê de me wek leheng îlan kirin. Ji bo hezkirin û rêzdariya xwe nîşan bidin, her tim çepik ji bo me lêdidan. Lê em di şert û mercên koletiyê de ne. Gotin '1 Kanûnê em ê zagonekê ji bo xebatkarên tenduristiyê çêbikin.' Lê ev zagon hemû karmendên tenduristiyê nedigirt nava xwe û keda me jî paşve bir. Pê şeş mehan her roj digotin 'ji bo kedkarên tenduristiyê mizgîniya me heye.' Lê ew jî vala derket. Gelek havalen me di sînorê xizaniyê de dixebitin. Hevalên ku teqewît dibin qet nikarin debara xwe bikin. Hevalên ku nepisporin nikarin heqê kirêya xwe bidin. Ji bo van hemû neheqiyan, me li her derê çalakiya grevê pêk anî. Me ji Stenbolê heta Enqereyê meşeke spî li dar xist.”
“Saleke Wezerata Tenduristiyê bersiv nadeye me”
“Wezereta Tenduristiyê li gora xwe biryara digire. Gava ku zagon bê guhartin an jî bê avakirin hewceyê ku binêrin bê ka çi pêwîstiya gel heye. Gava ku tu biryarekê ji bo kesan bigrî hewceyê ku tu wan kesan muxatab bigrî. Lê Wezareta Tenduristiyê qet guh nade biryarên me. Selak derbas bûye li ser navê Odeya Bijîşkên Tirkiyeyê me randevu ji Wezareta Tenduristiyê xwastiye lê hê jî ti bersiv nedane me. Ji bo pirsgirêke xwe me raporek amede kir lê Wezareta Tenduristiyê ne guh dide me û ne guh dide pirsgirêkên me.”
“Nexweş mîna muşteriyan e, nexweşxane ji tîcaretxane ne”
*Arşîv
“Tenê avahiyan ava dikin lê di nava van avahiyan de ti xizmet tuneye. Hişmendiya Nexweşxaneya Bajar ew e ku nexweşan wek muşterî, nexweşxane jî wek tîcaretxaneyan dibînin. Lê em dibêjin ev kar ne karê bazirganiyê yê. Mafê jîyanê û mafê tendusriye bi hevre ye. Pêwîste ku ev maf bi asteke bilind bigihîje gel û bi zimanê gel bê dayîn.”
“Hişmendiya rayedaran dihêle êrîş li kedkarên tenduristiyê bibin”
Tûranê got ku di nava gel de ferasetek çewt hatiye avakirin û ji ber vê ferasetê weke ku sedema hemû pirsgirêkan xebatkarên tenduristiyê ne: “Piştî bernameya veguherîna tenduristiyê pirsgirêk zêdetir bûn. Ev pirsgirêk bandorê tenê li karmendên tenduristiyê nake. Ev pirsgirêk bandorê li gel jî dike. Di encama vê bandorê de êrîş û zext li xebatkarên tenduristiyê dibin. Lê em her tim dibêjin, 'berbirsiyar ne e min. Em jî çareseriyê dixwazin. Hefteyek berê hevalên me li Nexweşxaneya Dîcleyê bi êrîşeke re rû bi rû ma. 2 meh berê li navçeya Licêyê ya Amedê di servîsa acîlê de bi çekan êrîş kirin. Ev hevalên me jiyana xwe ji dest nedan. Lê hevalên me Ersîn Arslan, Kamîl Fûrtûn, Rumeysa Berrîn Şen jiyana xwe ji dest dan. Em hem ji bo xwe hem jî ji bo mafên gelê xwe têkoşîna xwe berdewam bikin.” (SY/FD)