Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Yekîtiya Doktorên Tirkan (TTB), li ser kuştina Pisporê Kardiyolojiyê Ekrem Karakaya li Nexweşxaneya Bajêr a Konyayê ji aliyê xizmên nexweş ve civîna çapemeniyê li dar xistiye.
Di civîna çapemeniyê de endamê Konseya Navendî ya TTBê Dr. Nursel Şahîn, anîye ziman ku tûndkarî roj bi roj zêde dibe û hikûmetê ne dev ji zimanê tûndkariya ku civakê ji hev cûda dike berdaye, ne jî qanûneke bi bandor a tûndkariyê derxistiye.
Şahînê weha gotiye, “Em sûcdar nas dikin. Ger nexweş û doktorên bi hev re tevbigerin em ê ji wê hêz bigirin. Hêrsa me wê teqez bi ser bikeve."
Endamê Konseya Navendî ya TTBê Dr. Kazim Dogan Erogullari ragihandiye ku wan biryara grevê di 7-8ê Tîrmehê de daye. Dê sibê hemû bi hev re li qadan bin û ger ji me re guh û çavên xwe bigirin em ê mezintir çalakiyan li dar bixin.
Di daxuyaniyê de weha hatiye gotin: “Di 7 û 8ê Tîrmehê de em seranserê welêt dev ji kar berdidin.. Em ê li ber saziyên xwe yên tenduristiyê û midûriyetên tenduristiyê bin û bertekên xwe nîşan bidin.
Çi bûbû?
Nexweşê bi navê M.A yê ku li Nexweşxaneya Bajêr a Konyayê derman dibû, piştî nîqaşê bi çekê Pisporê Kardiyolojiyê Doktor Ekrem Karakayayî kuştibû.
M.A. piştre bi heman çekê xwe kuştibû. Piştî bûyerê doktoran biryar dabû ku 2 rojan li seranserê Tirkiyeyê dev ji kar berdin. (HA/AY)