Dogan Çelîk bi kirmanckî ango zazakî stranan distirê. Beriya niha bi neh salan albûmek bi navê "Zewt" derxistibû. Çelîkî piştî vê albûma xwe ya yekem ya soloyê bi neh salan albûmeke nû derxistiye. Navê vê albûma wî "Kilamê Vayî" ye.
Çelîkî mîna albûma xwe ya yekem di vê albûmê de jî bi xwe gotinên hemû stranan nivîsiye û muzîk ji wan re çêkiriye.
Di albûmê de 9 stranên kirmanckî, 2 jî yên tirkî hene. Kalan Muzîkê albûma navborî weşandiye.
Çavkaniya wî muzîka kurdên elewî ye
Çelîk mîna hozanekî hemdem stranên bi kirmanckî dihone û deng dide wan. Reng û dengê Dogan Çelîkî û muzîka wî, mîna çendîn hunermendên muzîka kirmanckî reng û dengekî dilnizm û bixwe bawer e. Wî di stranan de rengên dengên xwe yên cida nîşanî guhdaran, muzîkhezan daye.
Çavkaniya muzîka wî muzîka kurdên elewî ye û vê çavkaniyê bi deng û rengên muzîka nûjen re digihîne hev. Ji ber wê ye ku di muzîka wî de ligel muzîka kurdên elewî, em caz, reggae, country û çendîn şêweyên din bi hev re dibihîzin.
"Derdên Dêrsimê derdên min in"
Çelîkî muzîka xwe û çavkaniyên muzîka xwe bi van gotinan penase kiriye: ''Dema ez zarok bûm, dapîr û bapîrên min, ev ziman, muzîka vî zimanî, kêfxweşî û xemgîniya vî zimanî di guhê min de xwendine. Ne mimkun e ku muzîka min ji van dûr û cida be. Ez derdên Dêrsimê ango welatê xwe weke derdên xwe qebûl dikim ku ji ber nasnameya wê ya etno olî bi sedan salan e tê wêrankirin û bi vê pêzanînê ez stranên xwe distirêm.''
Çelîk vî reng û dengê dilnizm û bixwebawer, bi aranjekirina kesên mîna Erdem Altinses, Kemal Dînç, Serhat Ayebe, Cansûn Kuçukturk, Umît Ûçar, Arî Hergel weke "vayî" distirê. (FD)