Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Documentarista 12em, Rojên Belgefilman ên Stenbolê wê di navbera 15 û 20ê Hezîranê li Stenbolê pêk bê. Belgefilmên Documentaristê wê li Aynali Geçit, Sînemaya Vault34/Yeşilçamê û Sînemaya Kadikoyê bên nişandan. Her weha bernameyên din jî wê li Yapi Kredi Kultur Sanatê pêk bên.
Bername îsal belgefilmên ku behsa mijarên di rojeva cîhanê de ne dike, wê nîşan bide. Beşeke taybet ji bo Sûdanê hatiye veqetandin.
Sean McAllister mêvanê rûmetê ye
Sean McAllister, sînemagerê ingilîz, mêvanê rûmetê yê Documentaristê ye. Malbata McAllisterî malbateke karker bûye û McAllister bi derfetên xwe karê sînemageriyê fêr bûye. Di encama vê de berê kameraya xwe zîvirandiye ser herêmên cihê yên cîhanê û balkişandiye ser derdorên bindest. A Norther Soul jî din av de belgefilmên McAllisterî yên xelat wergirtine wê bên nîşandan.
Her weha çav li rê ye ku bi hevkariya Kovara Altyazi Sinemayê Sean McAllister “Dersên Sînemayê” bide.
Belgefilmên derhenerên kurdan jî hene
Ji bilî vê, beşa “Panoramaya Tirkiyeyê”, beşa “Dema Mezinbûna Zarokan” û ya derbarê têkoşîna ekolojiyê de jî heye ku wê di bin van sernavan de belgefilm bên nîşandan.
Di beşa “Panoramaya Tirkiyeyê” de belgefîlmên derhênerên kurdan û belgefîlmên li ser kurdan jî hene. "Aether”a Rûken Tekeş, "Şînek ji bo Heskîfê"a Firat Erez, "Miraz"a Aylin Kizil, Lezgin Kanî, Serdar Bayram, "Dayika Meryem"a Hasan Ete, "Bîr"a Veysi Altay, "Şeva Xîzê"a Ali Ergul, "Her mal dibistanek"a Ardîn Dîren, "Diyalog"a Selim Yildiz di vê çarçoveyê de dê bêne nîşandayîn.
Documentarist weke her salê wê îsal jî di hin beşan de xelatan belav bike. (EMK/FD)
* Ji bo agahiyên zêdetir bitikîne: http://www.documentarist.org/tr
** Çavkanî: Altyazi Sinema, diyarname