Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Zanîngeha Azad da zanîn ku siet 11.30ê akademîsyenê desteserkirî serbest hatiye berdan.
Li gor agahiyan ji beriya deh rojan jî polîsan bi ser mala Başkayayî de girtiye lê ji ber ku ew ne li malê bûye polîs vegeriyane.
Polîsan, akademîsyenê 77 salî yê Doç. Dr. Fikret Başkaya vê sibeyê siet dora 06.30ê desteser kir.
Parlementerê CHPyê(Partiya Komarê ya Gelî) Bariş Yarkadaşî bi rêya hesabê xwe yê Twitterê agahiya desteserkirina Başkayayî ragihand.
Parlementarî ragihand “ tê gotin ku ji bilî Başkayayî biryara desteserkirina 20 kesên dî jî hatiye dayin.”
Fîkret Başkaya
Di sala 1940ê de li Denîzliyê hatiye dinê.
Dema ew li Zanîngeha Abant Îzzetî akademîsyen bû, wî kitêbeka bi navê “Îflasa Paradîgmayan” nivîsî. Ji ber wê kitêba wî bi “qanûna têkoşîna li dijî terorê” dadgehekê 20 meh cezayê girtinê da wî. Ew li Girtîgeha Haymanayê ma.
Başkaya li Zanîngeha Azad dersê dide. Ew herweha yek ji avakerên wê zanîgehê ye.(EKN/MB)