Ji bo nûçeya Tirkî
Dadgeha Makeqanûnê îtiraza parlementerên HDPê CHPê ya ji bo betalkirina biryara parêzbendiyan red kir.
Teklîfa ji bo rakirina parzênbendiya parlementerên ku derbarê wan de fezleke hatibû amade kirin, di 20ê Gulanê de li meclisê hatibû qebûlkirin.
Parlementerên HDPê Mithat Sancar, Meral Daniş Beşdaş, Ayhan Bilgen, Erol Dora, û Parlementerê CHPê Sezgîn Tanrikulu di 26ê Gulanê de bi awayekî ferdî serî li Dadgeha Makeqanûnê dabûn.
Dadgeha Makeqanûnê wan serlêdanên jihevcuda kire yek û îtiraza her parelementerê red kir.
Tanrikulu: DMê firseteke wiha ji dest xist
AYM,red kararı vererek bir fırsatı heba etti.
— Sezgin Tanrıkulu (@MSTanrikulu) 3 Haziran 2016
Ancak yaptığımız AY 85.Md kapsamında itirazdı.
Zamanı gelince bireysel başvuruyu da yapacağız.
Sezgîn Tanrikulu piştî biryara Dadgeha Makeqanûnê li ser hesabê xwe yê twitterê de got: ‘DMyê bi biryara redkirinê, firseteke wiha ji dest xist. Lêbelê me wê îtirazê di çarçoveya qanûna 85. de kir. Dema wextê wê bê em dê serlêda ferdî jî pêk bînin.’
Beştaş: Em ê serî DMMEyê bidin
Meral Daniş Beştaş daxuyanî da ANFê û ragihand ku Dadgeha Makeqanûnê bi wê biryara xwe ve bêhiqûqiyeke mezin li wan kiriye.
Beştaşê got: ‘Em ê ji bo vê yekê him serî li Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê bidin, him jî bi awayekî dîsa serî li Dadgeha Makeqanûnê jî bidin. Ez wisa difikirim ku ji bo serlêdana DMMEyê tu astengî nema ye. Ji ber ku DMê bi vê biryara xwe ve daye nîşan ku ew li gorî siyaseta qesrê tevdigere.’
‘Em ê amadehiyên xwe bidomînin. Em ê serî li her du dadgehan jî bidin. Em li ser wê biryarê dest ji berxwedana xwe bernadin. Dûr an nêzik em ê bi ser bikevin.’
Kurtulmuş: Biryareke di cih de ye
Alîkarê Serokwezîrî Numan Kurtulmuş derbarê biryara DMê de got: ‘Biryar di cih de ye.’
‘Me li vir dît ku DMê di çarçoveya hêzên jihevcudayî de biryara xwe daye. Ew biryar li gorî me jî di cih de ye, biryarake rastî ye. Ji vir şûnde êdî ti karê meclisê an DMê nema. Êdî her tiştî wê dadê de ye.’
(BK/YO)