Ji bo nûçeya Tirkî
Hasan Gulunay 24 sal ewil hate binçavkirin û piştre ti agahî jê nehat girtin. Hevsera wî Birsen Gulunay derbarê dozê de serî li Dadgeha Makeqanûnê dabû. Dadgehê derbarê wê serlêdanê de biryara xwe da ku ‘di çarçoveya mafê jiyanê de ti lêpirsîneke têr û tijî nehatiye kirin’.
Hasan Gulunay li Stenbol Gayrettepeyê ji hêla polêsan ve hate binçavkirin û piştre ti agahî jê nehat girtin. Hevsera wî Birsen Gulunay bi hinceta binpêkirina mafê jiyanê û nekirina lêpirsîneke têr û tijî di 8ê Nîsana 2013an de serî li Dadgeha Makeqanûnê dabû.
Serî li emniyet û meclisê da
Birsey Gulunay gotiye ku hevserê wî piştî binçavkirinê hatiye înfazkirin û bi vî awayî di 22ê Cotmeha 1992an de serî li Komîsyona Mafê Mirovan a Meclisê daye.
Birsey Gulunayê serî li Serdozgeriya Dadgeha Ewlehiya Dewletê ya Stenbolê jî daye. Serdozgeriyê li ser wê serlêdanê telefonî emniyetê kiriye û pirsa Hasan Gulunayê ji wan kiriye. Wî wezîfedarê emniyetê di bersiva xwe de gotiye ku ‘Ew kes nehatiye binçavkirin û derbarê wî de hê jî biryara lêgerînê heye.’
Herwiha Erol Çamê ku wê demê ew jî hatibû binçavkirin û piştre serbest hatibû berdan gotiye ku wî keseke ku dişibe Hasan Gulunayî li emniyetê dîtiye.
Emniyet: Nehatiye binçavkirin, em hê jî li wî kesê digerin
Mudiriyeta Emnyetê ya Stenbolê li ser daxwaza Komîsyona Meclisê ji walîtiyê re nivîseke şand û wiha gotiye: ‘
‘...Di 1992an de li Artivînê kesekî bi navê Ali Ekber Atmaca di êrişa çekdarî ya li dijî polêsan de hatiye kuştin û li ser wî kesê nasnameya Hasan Gulunaydin hatiye dîtin û bi vî awayî ew kes ketiye qeydên me..’
‘Ji hêla mudiriyeta me ve derbarê Hasan Gulunay de biryara lêgerînê hatiye dayîn lê heta vê demê nehatiye girtin.’
Dozger: Eger di bin çavan de hatibe înfazkirin jî demboriya dosyeyê pêk hatiye
Birsen Gulunayê di çarçoveya lêpirsîna Ergenekonê de 29ê Adara 2009an de ji bo kuştina hevserê wê carek din were nirxandin serî dozgeriyê dabû.
Serdozgeriya Stenbolê bi hinceta demboriya dosyeyê pêk hatiye wê serlêdanê red kir.
Di wê biryara redkirinê de hat diyarkirin ku eger Hasan Gulunay di bin çavan de hatibe înfazkirin jî demboriya dosyeyê pêk hatiye.
Daxwaz hat kirin ku bûyer ji Ayhan Çarkinî were pirsîn
2. Dadgeha Cezayê Giran ya Beyogluyê bi hinceta ‘nekuştina Hasan Gulunay nehatiye îspatkirin demboriya dosyeyê pêk nayê’ ji nû ve lêpirsîn da destpêkirin.
Parêzerê Gulunayê daxwaz kir ku bila ew kesên ku Hasan Gulunayî di nezaretê de dîtine werin guhdarkirin û Ayhan Çarkinê ku berê tîmê taybet bû derbarê mijarê de îfade bide.
Dadgeh: Sûceke li dijmirovahiyê nîn e
Lêbelê dozgeriyê vê carê jî di 31ê Cotmeha 2012an de biryar da ku eger di bin çavan de hatibe kuştin jî demboriya sûcê cinayetê jî pêk hatiye û bi vî awayî dosyeyê girt.
Bi hinceta ‘sûc wekî sûcên li dijmirovahiyê ye’ îtiraz hat kirin. Lêbelê îtiraz ji hêla 7. Dadgeha Cezayê ya Bakirkoyê ve hat redkirin. Ji ber wê yekê serî li Dadgeha Makeqanûnê hat dayîn.
DM: Di çarçoveya mafê jiyanê de ti lêpirsîn nehatiye kirin
Dadgeha Makeqanûnê di biryara xwe ya 21ê Nîsanê ku îro di Rojnameya Fermî de hat weşandin de diyar kiriye ku ‘ne mafê jiyane, di çarçoveya wî mafê de berpirsyariya lêpirsîna têr û tijî hatiye îxlakirin.
(AS/YO)